KURDISTANÎ AN PARTÎZANÎ?

Brader Mûsikî

Hinek dilêş gazinan dikin û dibêjin çima hunermendên Kurdistanî li hember peyama tev-çand ê bê dengin?

Hunermendên Kurdistanî,gereke çi bike?
Hunermend Kurdistanî gereke li pey soza birêz Mesud Barzanî bisekinin û piştgirî bidin.Ew soza birêz Mesud Barzani ku dibêje”ez nahêlim birakujî çê bibe”

Lê çênabe hima kî rabe û bang li Mesud Barzani bike û weka kû sebebê hemî alozîyan Mesud Barzani ye,gazinan jê bike.
Raste birêz Mesûd Barzanî,adresek çareserîyê ye.Lê ne cîyê kû tu bêje çima alozî derdikevin û tu çareser nake?
Gereke em berê xwe bidin adresa alozîyan û gazinan bikin.Sedemên alozîyan ewin ku xwîna pêşmerge rijandin.
Bangek gazinan hebe gerek ew jî,jibo sebebê alozîyan,ji rêveberîya Kandîlê re be.
Min roja yekem jî got,dîsa dibêjim:
Hunermend û rewşenbîr nabe di vê rewşê de
bê deng bimînin.Lê dema helwest danî,qet nabe ku bibe alîgir.Gerek rastîyê bêjin û destê xwe deyne ser birînê dakû karibe dermanê birînê jî were zanîn.
Çêna be dema dilê yekî bi êşe tu dermanê serêşê bide.Gereke em navê alozîyan rast deynin kû karibin çareyên rast bibînin.

Ger bangek hebe gereke,edresa bangê rastbe jibo kû peyam bigihê cîyê xwe.
Lê…
Ger hinek bibin alîgir û peyamên partîzanî bidin jî,yên mayî jî bi heman şêweyî derkevin hember raya giştî û peyaman bidin; tu cudahî di nav hunermendên Kurdistanî û partîzanî de namîne û alozî kûrtir dibin.

Pêwîstî ya partî û serokan bi hunermendan tune kû wan li hember hev bi parêzin û wan li hev sor bikin.
Di alozîyên siyaseta nav xwe de,ger pêwîstîya alîyek siyasî li hember alîyê din bi piştgirîya hunermend û rewşenbîran hebe,ji qelsîye,ji sekna xelete.
Ger hunermend û rewşenbîran peyamek xêrê dan jî,gerek bê layan bin.
Ne alîyekî bi parêzin û alîyekî reş bikin.

Li hember dagirkeran hunermend û rewşenbîr bi hemî rengan alîgirên welatê xwe ne.Jibo li hember dagirkeran partîyek bi parêze qet hewce nake endam û dilxwazê wê partîye be.Ferze bi parêze.Erkekî netewî ye.
Lê hunermend û rewşenbîr ne xwedîyê wî şansî ne kû di sîyaseta navxweyî de alîgir bin.
Ger her hinek hunermend rahêjin def û zirna partiyekê,û êrîşî alîyên din bikin;ne huner di mîne ne hunermend û ne rewşenbîr di mîne.

Bi benzînê agir nayê vemirandin.


KDC

FREE
VIEW