Îtlaatê Girtiyekî Kurd Kuştiye

Welatiyekî Kurd ê ji Pîranşarê ku nêzî du meh berê ji aliyê Asayîşa Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû girtin, bi êşkenceyê hatiye kuştin.

Li gorî rapora Saziya Mafên Mirovan Hengawê, welatiyê Pîranşarî, Yasir Mengûrî ku nêzî 2 meh berê ji aliyê hêzên îstîxbaratê yên artêşê ve hate girtin, di bin îşkenceya Hêzên Îstîxbaratê de jiyana xwe ji dest daye.

Çavkaniyekî nêzî malbatê diyar kir ku hêzên Îtlaatê gotine ku di encama pevçûna bi hêzên wan re hatiye kuştin.

Yasir Mengûrî şeva şemiya 17 Tîrmeh a 2021an ji alîyê hêzên rêvebirîya Îtlaatê ve hatibû girtin. Dema ew ji mala xwe derdikeve wî digirin û dibine yek ji zindanên Îtlaat a Ûrmiyeyê.

Yasir Mengûrî yê kurê Mistefa, zewicî ye û bavê du zarokan e, ev du meh in bi malbata xwe re têkilî dananiye û ji mafê parêzeriyê jî bêpar hatiye hiştin.

Li gorî îstatîstikên Hengawê di navbera salên 2017 û Îlona 2021an de herî kêm 23 girtiyên Kurd di bin îşkenceya hêzên ewlekariyê yên Îranê de jiyana xwe ji dest dane ku 15 ji wan girtiyên siyasî bûne.

KDC

FREE
VIEW