Navenda Revenda Kurdistanî li Belçîka Kongreya Xwe ya Salane Pêkanî


Di roja 9´ê meha adarê de Navenda Revenda Kurdistanî kongreya xwe ya salanê pêkanî.
Kongere ji aliyê cîgîrê serok xatûn Nask Nasirî ve hate vekirin û bi axavtinek germ ve bi xêrhatin li mêvan û endamên Navend ve civînê vekir.
Ji mêvanan nûnerê Hukumeta Herema Kurdistanê li Yekitiya Ewrûpayê Delavar Ajgeiy beşdarî li kongrê kir û axaftinek li ser kar û xebatên Navendê kir û piştgiriya xwe bo kongreyê ragîhand.
Dûra prf. Zeger Debyser berpirsê partiya N-VA (Partiya Neteweyî ya Lîberal) ya herêma Vlaander, axavatinek pêşkeş kir. Zeger bi xwe wek dostekî kurdan tê naskirin, bi germî biştgiriya xwe bo kurdan dupat kir.
Nûnerê Partiya Demokrata Kurdistan li Sûriyê Aras Îsmaîl, Berpirsê lijneya PDK li Belçîka Merîwan Mistefa berpirê pêyvendiyan ya PDK Samed Gullî, şandeyek bi serokatiya Ashet Sheikho ji Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, berpirsê Komeleya Hêvî Ekrem Hamo, Berpirsê Ofîsa Dezgeha Senger û Pêşmerge li Ewrûpa Ebdulrezak Majîd di kongreyê de axivîn û di axaftinên xwe de îşaret bi kar û xebatên Navedê kirin. Rêzdar ebdulrezak Majîd ji ber kar û xebatên Navendê, tabolyek ku pêkhatibû ji wênaya serok Mela Mustafa Barzanî û Îdrîs Barzanî, pêşkeşî Serokê Navedê Mazlum Delî kir.


Dûra Serkreter û berpirsê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Kovan Amedî, li ser kar û xebatên konfederasyonê û rewşa nû axaftinek pêşkeş kir.
Ji partiya N-VA parlamenter Koen Metsu jî bi şandina peyamek piştgiriya kongreyê kir. Her usa jî ji partiya N-VA endamê meclîsa şaredariya Louvenê, Veerle Bovyn û Moud Vanholle beşdarî kongreyê bûn.
Civîn bi hilbijartina Komîteya Birêvebir ve berdewam kir û 9 kes ji bo Komîteya nû ya Birêvebir hatin hilbijartin. Di nav Komîteya Birêvebir de jin û ciwan jî cîh girtin.

KDC

FREE
VIEW