Kujerê serikredyê PKK li Silêmniyê hate girtin

Dezgehên ewlehî yên Herêma Kurdistanê raghenand, kesek bi tometa kuştin û birîndarkirina du kadiroyên PKKê li Silêmaniyê, hate girtin.

Rojên pêncşem û înê, li Silêmaniyê êrişên çekdarî ser du endamên PKKê çê bûn û li ser van bûyeran, Odeya Operasyonên Hevbeş a Silêmaniyê ragihand, di heyama kêmtir ji 24 demjimêran de, “plan” hat eşkerekirin û tawanbarê sereke yê wan herdu kiryaran hat desteserkirin.

Li gor daxuyaniyê ew odeya operasyonên hevbeş li Silêmaniyê, bi mebesta lêkolîn û lêgerîna li pey tometbarên du kiryarên di du rojên derbasbûyî de hat pêkanîn û “karî di heyama kêmtir ji 24 demjimêran de, plane eşkere bike û tawanbarê sereke yê wan herdu kiryaran desteser bike.”

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, ew kiryar jî; “ya yekem roja 16ê Îlonê rû da û kesek tê de birîndar bû û bûyera duyem jî roja 17ê Îlonê rû da û kesek tê de hat terorkirin.”

Wekî din, heta tu agahî li ser nav û nasnameya tawanbarê girtî nehatine eşkere kirin.

Tê zanîn, Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKKê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed, duh Înê li Silêmaniyê derdora demjimêr 09.00 rastî êrişeke çekdarî hat û di encamî de jiyana xwe ji dest da, û li gor ku medyaya PKKê ragihandiye, Yasîn Bulut “ji ber pirsgirêkên tenduristiyê” serdana bajarê Silêmaniyê kiribû.

KDC

FREE
VIEW