Cîgirê Serokê Federasyona Revenda Kurdistanî Kanadayê bi Serokwezîr re hevdîtin kir


Cîgirrê Serokê Federasyona Revenda Kurdistanî beşdarî şîva Noelê ya ku ji aliyê Partiya Lîberal a Kanadayê ve hat organîzekirin bû û bi Serokwezîr re hevdîtin kir.
Roja 12.12.2023, Şuan Axa Xefûrî, cîgirê Serokê Federasyona Revenda Kurdistanî li Kanadayê, beşdarî şîveke ku ji aliyê Partiya Lîberal a Kanadayê ve hatibû organîzekirin, ku serokwezîrê Kanadayê û çend wezîr û parlamenterên wî welatî amade bûn, kir.


Di çarçoveya şîvê de, Şuan Axa Xefûrî li gel Serokwezîr, çend wezîr û parlamenterên Kanadayê civiya û di civînê de behsa rola federesyonê û dîasporaya Kurd li Kanadayê hat kirin û her wiha bihêzkirina peywendiyên di navbera hikûmeta Kanada û hikûmeta Herêma Kurdistanê de amadebûna xwe ji bo bihêztirkirina peywendiyan nîşan da. peywendiyên wan li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hem di warê bazirganî û hem jî di warê dîplomasî de.

KDC

FREE
VIEW