Salvegera nemir Qazî Mihemed

Damezranerê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed beriya bidarvekirinê di wesiyetnameya xwe de wiha nivîsîbû: “Sembola serkeftina her gel, neteweyek yekîtî, hevkarî û hevgirtin e.
Di ser şehadeta damezranerê Komara kurdistan Pêşewa Qazî Mihemed 76 sal derbas bûn. Qazî Mihemed, birayê wî Sedr Qazî û pismamê wî Seyf Qazî di 31’ê Adara 1947’an de li Mehabadê ji aliyê rêveberiya Îranê ve hatin îdamkirin
Komara Kurdistanê di 22´ê Çileya sala 1946´an de bi bilindkirina Ala Kurdistanê li Meydana Çarçira ya bajarê Mehabadê bi serokatiya Qazî Mihemed û bi merasîmek mezin hat ragîhandin. Pêvîste bê gotin ku di merasîma ragîhandina Komara Kurdistanê de, nûnerên hemû berçên kurdistanê û nemir serok Mele Mistefa Barzanî amade bûn.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî, Di salvegera şehadeta Qazî Mihemed, birayê wî Sedr Qazî û pismamê wî Seyf Qazî wan bi rêz û hurmet bi bîrtînin. Her wisa bi munasebeta vê rojê Şêx Seîd, Seîd Riza, Şêx Mehmûd Berzencî, serokê nemir Mela Mistefa Barzanî, pêşmergeyên qehreman, kesayetiyên kurd û welatparêz, bi rêz û hurmet bi bîrtîni. Ruhên wan şad û cîhên wan biheşt be. Soz û peyana xwe dupat dikin ku xebat û tekoşîna me ya bo azadî û dewletbûna Kurdistanê wê her berdewam be.

31.03.2023

Konfederasyona Revenda Kurdistanî

KDC

FREE
VIEW