Li Moskowayê Festîvala Fîlmên Kurdî

Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Kurdî li Moskowayê bi beşdariya 35 fîlman ji 21 heta 25ê Tîrmehê li Sînemaya Karo 11 Cotmehê pêk hat.

Di festîvalê de 15 fîlmên demdirêj, 20 belgefîlm û kurtefîlm hebûn.

Fîlmên ji çar welatan hatin nîşandan û bi jêrnivîsa Rûsî hatin pêşkêşkirin. Navenda Revenda Kurd li derve pîrozbahî û destxweşî li sazkarên projeyê kirin.
Helbet danasîn û nîşandana şiyanên Kurdan û xwestekên mirovane yên Kurdan ji cîhanê re û doza wan a netewî wê bi van cure çalakiyan berbelav bibe.

Kurdên li derveyî welêt dewlemendiyeke neteweyî ya girîng, jêhatî û hêvîbexş in, çi di huner û çi siyaset, aborî, spor, zanist û beşên din de be, giringiya wan heye û dikarin bi rengekî baş werin rêxistinkirin.
Bi hêviya ku ev kar û çalakî û bernameyên hunerî û bi taybet sînemeya Kurdî berdewam bin, divê em Kurd di vî warî de gavên cidî bavêjin û di pêşerojê de jî di nav sînemaya Kurdî de navek belav be.
Dîsa spasiyên xwe ji bo organîzator, hunermend , fîlmçêker û hemû kesên ku di nava xebatê ked dane dikin.

Navenda Revenda Kurd li derve

KDC

FREE
VIEW