Romanya Û Bûlgaristanê Daxwaza Rûsyayê Red Kirine

Romanya û Bulgaristanê daxwaza Rûsyayê ya vekişandina hêzên xwe ji NATOyê red kirine. Rûsyayê ji bo kêmkirina aloziyên li Ukraynayê ev wek gaveke ji bo dûrxistina hêzên NATOyê ji herêmê plan kiriye.

Her du welatan ev daxwaza Rûsyayê wek binpêkirina serwerî, serxwebûn û destwerdana di karûbarên welat de pênase kirin. Romanya diyar kir ku ew ê bi her awayî daxwaza Rûsyayê red bikin û serokwezîrê Bulgarîstanê jî daxwaza Rûsyayê red kir û xwest ku aloziyên Ûkraynayê bi rêyên diyalog û dîplomatîk werin çareserkirin.

Li gorî agahiyan, roja Îniyê Rûsyayê bang li Romanya û Bûlgarîstanê kir ku ji endamtiya NATOyê vekişin û tevî gefên Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Swêd û Fînlandiya ji endametiya NATOyê re ji berê bêhtir vekirî ne.

Li gorî Sky Newsê, Rûsya ji bo kêmkirina pirsgirêk û tevliheviyên Ûkraynayê ew daxwaz ji wan dewletan kiriye. Her wiha wezareta karên derve ya Rûsyayê di bersiva xwe de banga vekişandina hêzên NATOyê yên li Romanya û Bulgaristanê kiriye û wiha got: “Armanca me ew e ku artêş, alav û çekên biyanî û her wiha tedbîrên din vegerin rewşa berî 1997an.”

KDC

FREE
VIEW