Koçkirina Bavê mezin BARZANÎ

Serfiraziyeke mezine ji mere ku îro em bi serbilindî radiwestin pêşberî bîreweriya 44 sal di ser barkirina girintirîn xebatkar û pêşewa di çerxê 20an de û mezintirîn şan û pêşeng di raperîn û şoreşên kurdî yên nûjen di tevaya gelê kurd ya kevin û nû de , ji ber ku ew bi xwe verêj û berhemê ezmûn û rêbazeke şorşgêr û kudperwer bû , tevlî xwedan kesatiyeke taybetmend û navnas di warê serdarî û serweriya leşkerî ji alîkî ve û ji aliyê dî ve rêzan û rêberek têgihiştî û çeleng bû di beryar û nerînên çarenûsî yên ku di delîv û rûdanên teng û zehmet de distandin , ew nerîn û bûyerên dîrokî yên ku îro em serê xwe pê bilind dikin û berhemê wê xebatê li ber çav dibînin , belê evê dibistana şoreşgêrî hişt ne tenê bandorê xwe di raperên û şoreşên berdewam û li pey hev di kurdistana Iraqê de bilîze , lê ew sînor derbaskir û pişdarî di şoreş û bûyerên di seranserî kurdistanê de , di vî warî de diyare daxwazî û pîrozbahî , ked û karê wî ji bo pêkanîna yekîtiyê di navbera herdû parçên parta demoqratî kurdî li Sûriye di sala 1970 , lê dema mirov vegerê li ser pêvajoya wî ya serkeftî ku mîna destaneke lehingî navê xwe di singa dîrokê de tomarkir .
Bê guman wê netenê mêranî û çelengiya 500 mirovî bidê diyarkirin , lê belê ew bi xwe mêrxasiya ewê çavkaniya zelal û resen , gurbûna hest û helawistên wî yên netewî û mirovatî û girêdan û evîna wî bi xaka welat û gelê kurd ve , û sergihayî û hûrnaziya wê rêbazê dide ron û eşkera kirin , ewê yekê hişt û piştî têkçûna komara Mehabadê di sala 1946an de dilsarî bêhêvîtî cihên xwe di dil û canê wê negirt û serkêşiya karwan û berevaniya wî ji êrîşên leşkerê ( Iran , Iraq û Tirkan bikin ) êrîşên wan di 9 cengan de şikandin , dawîyê gihandin ber ava çemê Arasê , di vê pêvajoya dîrokî de ya vekêşayî 650 k,m . di dema 52 rojan de hate birrîn , dema sîstema şahînî li Iraqê bi egera şoreşa 14 Temûzê di 1958 de hate şikandin û di şûn wê de sîstemeke komarî hate avakirin , ewê sîstema komarî programek ji bi çareserkiina gelek girêbend û pirsan pêşkês kir û yek ji wan bendên giring di wî programî de ku di destûra sala 1958an de hate diyarkirin çareserkirina pirsa kurdî bû û hate danîn ku kurd û ereb di vî welatî de hevpişkin û mafê netewî yê gelê kurd wê werê parastin , di encama van nûbûn û guhertinan de Barzaniyê nemir vegera kurdistan Iraqê û dîsa kar û xebata xwe ya rêzanî û ramyarî berdewam kir . lê nerîn û karê wî di ber mafê gelê wî de bûn cihê diltemgî û nrazîbûna rijêmên deshilatdar û ew yeke bûne egerê destpêkirina şoreşa Ilûnê di sala 1961 an de , ku ew şoreş lêvegerandinek bû li ser wê siyaseta zordar û şofînîtî ya ku dijî hêvî û omîdên gelê kurd û mafê wî yê rewa bû , û dadmend dihate çekirin û girêdan .
Belê berevaniya gelê kurd ji erebkirin û wêrankirinê hate kirin , û nasnameya wî ya ntewî hate parastin û daxwaziya wî ji bo pêkanîna azadiyê û wekhevî di civaka Iraqê de hate bilid kirin û şoreş bû singerek û dîwarekî asê di singa zordaran de , û berevaniya gelê kurd kir û tevî pîlanê dijmina ron û eşkera kir û êrîşî wan herifandin , bêçar man û peyama 11 adarê morkir , ew rêkeftin bi xwe naskirinek fermî bû bi gelê kurd û her çawa bibê kevwarek cebû ku ew kevwar mafê rewayê gelê kurd bû .
, Barzaniyê nemir karî kêşa kurdî ji kinarê hundirî û herêmî yê teng û winda derxînê û bikê mezintirîn pirsa rewa û dadmend di rojhilata navîn de , tevî dek û dolaban ji alyê rijêmên dagirker ve ên li ser serê wî dihatin girêdan , û xefk di bin lingê wî de dihatine çepandin , lê nikarîn wî ji riya wî ya rast derînin û berê wî ji êş û kulên gelê wî bizîvirînin , li ber ronî û rêdarî û şîretê Barzaniyê nemir û beşdarbûna wî di civînên serekî de , partî di sala 1946an de hate damezrandin , ji serwerî û serkêşiya partiyê re bi piraniya dengan hate helbijartin û ji her kesî re diyar bû taybetî û kesatiya Barzanî ku kesatiyeke bi nav û deng bû , pispor û zanayê dema xwe bû , dikarî nîr û rewşa serdemê nasbike û kar û barê miletê xwe hilgirê tevî hemû grêbendan , riya xebatê qelaşt , xwe berda xwîn û mal û dil û canê gelê xwe de , birîna miletê kurd naskir û kar û xebata xwe di nav milet de gurr kir , hemî dema daxwaziya mezin ew bû ku miletê wî hev bigrê û cudahiyê nexe nav rêzê xwe de , çimkî eger dubendiyek peyda bibê , wê neviyan û asteng peyda bibin wê bibin egera jihevbûna rêzê şoreşê , ji vê yekê herdem daxwaz dikir ku xebatkar û şoreşgêr xwe dûr bikin ji ezezî û xweperistinê , ji ber ku ev rewşê astengiyê ne , û digot :
( Zerfê îro dixwazit ku em xwe dûr bikin ji enaniyet û xweperistiyê , em bikevin ser rêza serfirazî û bexteweriya miletê xwe ) .
Barzaniyê nemir pêmayekî sade û resena kurdî ye , kakil û navika dendika pîroze di malzaroka kurdîniyê de hatiye çandin , bi xwîn û xwihdana wê hatiye xwedîkirin , jêder bûy û zaye , ev tov li xaka welt belav bûye , di her gundekî , malekî , dil û canekî de şîn bûye û rehên xwe di kûriya xaka pîroz de berdaye , û tirh û şaxên xwe li ser vedaye.
Barzanî ji kul û keserên gelê kurd derbû û jiyana xwe terxankir ji bo mafê vî gelê bêçar û bindest biparêze , azadiye , wekheviyê jêre pêk bîne , evî gemîvanê dilsoz û dilpak , gemiya hêviya bi serbilindî ber bi peravekî piştrast ve ajot .
Bi rastî mirov çiqas bêjê , mirov nikarê ji bilî dilopekî ji vê derya kûr û bêbinî bidê dîtin û xuyakirin , 50 sal xebata berdewam û karê germ bê rawestan tu carî dilsarî ji hêvî û omîdên û ji têkoşînê dûr neket , û karwanê xebatê bi dilgermî ber bi armancê ve dibir , ji ber vê yekê mirov dikarê bêjê : ev mirov dibistaneke sergihayî û pijayî di tevî waran de , çi warê netewî , çi leşkerî , çi dilsozî û mêranî û mêrxasiya şoreşgerî de , ya ku tu carî bi dudilê li kêşa kurdî nenihêriye û tu tişt di ser berjewendiya gelê kurd re negirtiye .
Belê şoreşgêrekî navdar û qehreman karî bibê kelemek di devê riya dijmin û neyaran de û gelek rê li ser rijêmên Iraqê yên kevneperist girtin û bingihên wan yê zilm û zor hejandin û ji wan re diyar kir ku vîna miletê kurd tucar ji proje û kiryarên wan bilintirin û kûrtirin , û çetirîn û baştirîn bûyerên qurbanî û lehingî nîşan dan heya ku xwedayê dilovan di roja 1 avdarê sala 1979 an de rewanê wî bi bir , û ji vê cîhnê barkir piştî ku di şûn xwe de rêbazek bi xeml û rengîn avakir û hêla , bi vê çûê gelê kurd bavek hêja û pêşewayek xuya windakir , dawîyê em serê xwe di ber kar û xebat wî ya merd û domdar ditewînin û bîranîna wî wê di dilê mede bijî û emê karwanê xebatê li ser rêbaza wî bajon heya mafê gelê kurd werê çespandin û bicih înan .
Silav li canê Mela Mustefa Barzanî yê nemir û hemî şehîdên kurdistanê
Emer îsmayil .

KDC

FREE
VIEW