Nêzî 11 hezar malbat li bendê ne ku endamên malbatên wan bigihên Elmanyayê û ji nû ve bibin yek.

Nêzî 11 hezar xizmên koçberan ên li Elmanyayê, bi taybetî koçberên Sûriyeyî li benda dema xwe ya diyarkirî ne, ku tê payîn Elmanya ji saziyên xwe yên li derveyî welat ji bo ku vîzeyê bide wan.

Di dawiya meha Adarê de li ser daxwaza bi navê “parastina jêrîn” ku di Zagona Penaberî û Koçberiyê de tê gotin, di navbera nûnerên konsolosxaneya Almanyayê yên li Libnan, Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê 10 hezar û 974 daxwaz hatin kirin ku ji bo daxwaza yeksaniyê ji aliyê xizmên wan ên li Almanyayê ve were wergirtin.

Koma Funk Media 22ê Hezîrana 2021an roja sêşemê li ser daxuyaniya hikûmeta Elman a li ser bersiva partiya çep a mûxalefetê got, “Divê parastineke jêrîn an jî sînorkirî ji wan kesan re bê dayin ku dibe ku li welatên wan xetere û zerareke mezin bibînin, mînak ji îşkence yan jî şer.” Ev qanûn gelek penaberên Sûriyeyî jî di nav xwe de digire.

Li gorî rapora Fûnk Group, divê hejmara vîzeyên ji bo parastina jêrîn bên dayîn mehê 100 be, lê belê dayîna vîzeyê ji biryarê gelekî kêmtir e.
Sefaretên Alman di Çileya 2021an de 264, di Sibatê de 473, di Adarê de 363 û di Nîsanê de 442 vîzeyên gihandina malbatê derxistin.

KDC

FREE
VIEW