Kurdekî Bi Ser Îtlaatê Hatiye Kuştin

Yek ji efserên îstixbarata siyasî ya Ûrmiyeyê li bajarê Pîranşarê di encama êrişeke çekdarên nenas de hatiye kuştin.

Roja sêşemê 5ê Cotmeha 2021an li gorî Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê Xidir Pîrotî Niya ku bi navê Xidir Mengur tê nasîn û wek endamê wezareta îtlaatê tê naskirin li navenda bajarê Pîranşarê di saet 11:00an de rastî êrîşekê hat, ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin.
Li gorî çavkaniyekî jî, ev êrîş li xaçerêya Mizgefta Pîranşarê hatiye kirin û heta niha ti grûp û alîyekî berpirsyariya vê êrîşê negirtiye ser xwe.

KDC

FREE
VIEW