Serok Barzanî û şoreşa serxwebonê

Emer îsmayil

Di dîroka Kurdistanêda gelek şoreşa destê pê kirine lê weke şoreşê Barzanîya berdewam û li pey hev ta kurd gihandin roja îro û biryara refrandom û doza serxwebona kurdistanê nexasim wek em hemî dibinin tevgera rizgarîxwazîya neteweyî ya Kurdistanê , di reweşeke gelek taybetî, dijwar û metirsîyeke mezin de derbas dibe. Îro li seranserê Kurdistanê plan, lîstik û êrîşên dijwar hene ji aliyê dewletên dagirkerên Kurdistanê û hevalbendên wan di serî da dewleta Îran û Turkiyeyê nexasim îrîşen wan li ser Başûr Kurdistanê û serok Barzanî berdewam dike.lwma Div hemû hêz, partî, rexistin û dezgehên Kurdistanê û gelê Kurd ji bona parastina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê û berlêgirtina ji nû ve dagîrkirina Başûrê Kurdistanê bi berpirsîyarî tevbigerin; bi hemû hêzên xwe nehêlin ev êrîş û armancên dewletên dujminê kurda û hevalbendên wan bi ser kevin. Bi awakî giştî pêwendîyên hinek rêxistinên bi dewletên dijmin re hene û
bi taybetî yekîtîya niştimanî û lidijderketina dewleta Kurdistanê û we xiyaneta 16 Tebaxê û firotina Kerkûkê dilê Kurdistanê ku bi rewş û siyaseta neteweyî û kurdistanî nelihevkirî, bêtir kês û firsendê dide dewleta Îranê û Rijêma îraqê û êrîş û planên xwe yên li ser Kurdistanê berfirehtir û geştir bikin. Û her husa pkkê ji dijberya serok nezanî û refrandoma serxwebûna Kurdistanê û firotina Efrînê bûka kurdistanê, Divê îro ji her demê bêtir partî, rêxistin û gelê Kurdistanê li gel bîr û baweriyên xwe yên cihê, di binê alaya kurdistanê û bi siyasetek hevbeş ya netweyî û kurdîstanî, mafê serxwebûna Kurdistanê derxînin pêş.
Di jiyana her miletî de demên dîrokî hene ku divê mirov li gor pêwîstîya wê tev bigere. Miletê Kurd yek ji miletê kevnare yê Rojhilata Navîn e ku weke her miletî mafê wî jî heye ku qedera xwe bi destê xwe tayin bike û dewleta
Weke tê zanîn, Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Berzanî, di 7ê hezîrana 2017an de, bi partî û rêxistinên sîyasî yên Kurdistanê re civînek amade kir û di vê civînê de biryarek dîrokî, biryara referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê girt. Referandûma serxwebûna Kurdistanê wê di 25ê îlona 2017an de pêk bê. Biryara referandûmê, biryarek rewa, mafekî xwezayî û di cîh de ye. Jiber ku
Kurdistan ji alîyê dewletên dagirker ve ji dervî îradaya miletê Kurd û kurdîstanîyan hatiye dagir kirin û perçe kirin. Miletê Kurd ji bo serastkirina vê nexşerêya nû û nehêlana zordarîya dîrokî û weke her miletî, li ser axa bav û kalên xwe bi awakî serbest û azad bijîn divê bi têkoşîn û berxwedanek dûr û dirj daye; îro jî ev xebat, têkoşîn û berxwedan li her çar perçeyên Kurdistanê berdewam dikin.
Miletê Kurd tenê dixwaze wek her miletî li ser axa xwe ya dîrokî bijî bi awakî serbest û azad bijî. Lê miletê Kurd û gelên li Kurdistanê dijîn, bi dehan caran ji alîyên rijêm ên dest hilat hatiye wêrankirin ji ber vê yekê şoreşa Berzanî û hemî gelê Kurdistanê li bişta wê ji bo serxwebûna Kurdistanê divê dema dîrokî da divê serkeftibe û hemî Kurdistanî puştgêr bin jêra ji bo pêşeroja jiyaneke hevbeş ya netewe, û û bibe bingeh û derfetek girîng.
Pirsgirêka Kurdistanê, êdî ne tenê pirsa miletê Kurd û kurdîstanîyan ne; di heman de mande , pirsa navçeya Rojhilata Navîn, dewletên Ewropayî û heta radeyekê ya dinyayê ye jî. Heta ev pirsgirêk bi awakî dadwerî û rewa neyê çareser kirin; wê li heremê pirsgirêk, şer û tevlihevî her berdewam bike; serxwebûna Başûrê Kurdistanê, gelek girîng e ku di serî de, hemû hêz, partî, rêxistinên siyasî, civakî û olî, sîyasetmedar û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê bi siyaset û helwestek hevbeş, û neteweyî û kurdistanî li dora Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bicivin; piştgirîya şoreşa Serxwebûna Kurdistanê bikin wê bibe bingeha ragihandina dewleta Kurdistan ya mezin û gelê Kurd bi azadî bijîn bişti vê zilm û zordarîya dîrokî.

KDC

FREE
VIEW