Şehîdên 1ê Sibatê di dilê Kurdan de naçe der


Di 1´ê Şibat´a sala 2004´an de li Hewlêrê li avahîyên PDK û YNK´ê ku cejna qurbanê dihate
pîrozkirin. Di heman wext de du erîşên xwekujî ya terorîstî hate li darxistin.
Di encam de gelek siyasetmedar û kadrên bijarte yên kurd û hejmarek ji welatiyan jî, li
baregehên Liqê 2 ê PDKê û Malbenda 3 a YNKê li Hewlêrê de 103 kes hatin şehîdkirin.
Ev êrîşa hovane ji aliyê endamên El Qaîde ve hatibû organîzekirin. Armanca wan têkdana
asayiş û emniyeta Herema Kurdistan a Başûr bû. Divê ev yeka ji me Kurdan re diyar be ku
dagîrkerên Kurdistanê ti caran tehemula wan bi azadbûna kurdan re nebûye û nabe jî. Doh El
Qaîde bû, îro DAÎŞ e, bi her çi navê be Kurdistan tim hedefa wan e.
Lewra divê hemû partî û rêxistinên Kurdistanî, ji nakokiyên xwe siyasî zêdetir berjevendiyên
xwe yên siyasî bidine pêş xwe. Ne tenê rêxistinên siyasî her wisa hemû siyasetmedar û
kesayetiyên di ku nav rêxistinên sivîl de kar dikin jî, berjevendiya netewî armanca wan yê
sereke be.
Destekeftiyên başûrê Kurdistan´ê, berhema xebata 100´an salan e, Xwîna bi 1000´an şehîdan
e. Lewra parastina destkeftina bi qasî bi destxistan wan girîng e.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî, şehîdên 1´ê şibatê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û
hurmet bibîrtîne.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî
1’ê sibata 2024

KDC

FREE
VIEW