Almanyayê rê li ber komeke alîgirên PKK ku dixwest biçe Herêma Kurdistanê girt

Serokê Fraksiyona Partiya Çep a li Parlamentoya Herêma Hambûrgê ya Almanyayê Cansu Ozdemir û şanda ligel, li Balafirxaneya Dusseldorfê ji aliyê polîsan ve rê li ber hatina wan Hewlêrê hat girtin. Şanda ku dixwest bê Herêma Kurdistanê ji 20 kesan pêk dihat ku di nav de nûnerên sendîkayan, çalakvan şaredarê berê yê Sûrê liAmedê Abdullah Demîrbaş hebû.

Endamên şandê ku bi gotina wan dixwazin dilogê di navbera aliyên Kurdî de ava bikin,  xwestin ji Almanyayê bên Herêma Kurdistanê, lê polîsên Almanyayê rê li ber wan girtin.

Serokê Fraksiyona  Partiya Çep a li Parlamentoya Herêma Hambûrgê ya Almanyayê Cansu Ozdemir diyar kir ku ew çend saet in di nava odeyeke bê pencere de girtine û got: “Ev jî îspata berçav e ku hikumeta Almanyayê naxwaze li Kurdistanê aştî pêk were. Dixwaze şer girantir bibe û zirar negihêje bazirganiya wan a çekan a bi Tirkiyê re.”

Di heman daxuyaniyê de hat ragihandin ku Hevseroka Koma Partiya Çep Sabine Boeddinghaus ligel polîsên federal ên Almanyayê têkilî daniye û polîsan jê re gotine: “Armanca rawestandina wan, pêşîgirtina li bikaranîna mertalên mirovî yên PKKê ye û da ku bandorê li têkiliyên navbera Almanya û Tirkiyê nakin.”

Polîsê Almanyayê jî ragihand ku derbarê hin kesên di nav koma navborî de lêpirsîn dane destpêkirin û diyr dike: “Li gorî paragrafa 46 madye 2 ya yasaya nîştecibûnê rêgirî li ber koma dixwest here Iraqê hat girtin. Qedexeya geştê heta 12ê Tîrmeha 2021ê li ser wan hebe.

Polîsê Alman herwiha di daxuyaniya xwe amaje bi wê yekê kiriye ku “li gor pêdeçûnên me komên Kurd ên nêzîkî PKKê dixwazin li hemberî hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê weke mertalên zindî dest bi çalakiyan bike.

Tê zanîn ku wezareta navxweya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di roja pêncşemî a rabûrî de daxuyaniyek parve kir û têda ragihand, PKKe bi rêya hindek girûp û alîgirên xwe yên ji dervey herêma Kurdistanê dixwaze rewşa Herêma Kurdistanê û bi taybetî rewşa Hewlêrê tevlîhev bike ku ev jî ji boy me xeta sore û em rê bi karên bi vî awa nadin.

KDC

FREE
VIEW