BI BONEYA 9’EMÎN SALVEGERA QIRKIRINA EZIDIYAN JI‏ ‏ALIYE DAIŞ’Ê Û PÊŞANGEHA WÊNEYAN A ŞENGALĒ.‏


Roja 09.09.2023 Konfederasyona Rewenda Kurdistanî bi hevkariya Komeleya Ronahî li Bochumê li Almanyayê û bi amadebûna birêz Şefa Barzanî û hinin ji Pêşmergên Kurdistanê û parlementer û rêxistinên Alman her wiha bi amadebûna kesên sivîl çandî û civakî çalakiyek ji bo bîranîna 9 mîn salvegera Şengalê lidar xistin. Destpêka merasîmê bi xêrhatina amadebûyan ji belî xanim Xonav Haco Berpirsa Komeleya Ronahî ve hat kirin û di destpêka merasîmê de birêz Şefa Barzanî Dîskê konferansa Revnda Kurdistanî gotarek balkêş li ser Şengalê û karesatên êzîdiyan pêşkêş kir. Ji qirkirina ku li dijî wan hatiye kirin, di axaftina xwe de rola dewleta Elman ya û rêzgirtina wan ji gelê menî Êzîdî re de nirxand û diyar kir ku li Ewropayê yekane welat e ku bi Êzîdîyan re alîkare û mafên wan diparêze . Û Almanya jî, ku ji bo wan maleke mezine Her wiha bang li Êzidiyan kir ku pêwîste nasnameya xwe ya Kurdewarî biparêzin û berêz Barzanî anî ziman ku jenosîda Êzidiyan ti carî nayê ji bîr kirine . Axaftinên kesayetên siyasî yên Alman hatin kirin û dan xwiyanî giraniya gunehkar ya ku li ser gelê Êzîdî tê bi kar anîn li ser destê Rêxistina Daîşe û karesata Şengalê .
Bi ser de jî, gelek axaftin ji aliyê pêşmergeyan ve hatin pêşkêşkirin, û hemûyan nîşan dan rengê zordariya ku hatiye kirin ji jenosîdê, enfal , kîmyayî barand, û hemû tawanên dijî mirovatiyê٨ yên ku li dijî êzîdiyan û miletê kurd bi tevahî diqewimin.
Di navberê de çent stranan hatin pêşkêşkirin û bêhnvedana xwarinên kurdî hat kirin. Serokê Navenda Rewenda Kurdistanî Ebdullah El-Cundî li ser karesata Êzidiyan û hovane ya ku bi ser wan de hatiye, axaftinek zelal kir û bi vê boneyê fîlmek bi navê pêşwaziya mirnê hat nîşandan.
Hêjayê gotinê ku Pêşengeha wêneyên Şengalê hate diyarkirin her wiha hat xwiyanî kirin Pêwîste ku di navbera olan de aştî hebe.

KDC

FREE
VIEW