Wê Hewayeke Sar Amerîkayê Bide Ber Xwe

Meteorologên DYAyî hişyarî dan ku pêleke sar a xurt wê DYAyê bide ber xwe û ev yek jî wê bibe sedem ku li gelek herêman elektrîkê bibire û li hinek herêman wê berfeke xurt bibare.

Serokê pênc herêmên Amerîkayê ku Virginia û New York jî di nav de ne, rewş awarte ragihandiye û hişyarî daye ku wê xetên elektrîkê bên birîn.

BBCyê ragihandiye ku 5 hezar geştên ezmanî ji ber pêla sar ya bihêz ku Bakûrê Rojhilatê Amerîkayê daye ber xwe, hatine betalkirin û tenê li New Yorkê zêdetirî ji 600 geştên ezmanî hatine rawestandin.
Hêjayî gotinê ye ku hefteya borî pêleke sar a bihêz Rojhilata Navîn û Kurdistan dabû ber xwe û li hin deveran berf gelekî bariyabû û germahî daketibû bin sifirê.

KDC

FREE
VIEW