Li Dusseldorf: Civînek bo bi bîranîna ŞengalêBi amadebûna Şîfa Barzanî Navenda Düsseldorfê ji bo bîranîna salvegera Şengalê çalakiyek mezin li dar xist.


Navenda Revenda Kurdistanî li Düsseldorf, bi beşdariya Komeleya Runahî bi boneya 9´mîn salvegera jenosîda xwişk û birayên êzdî yên Şengalê ji aliyê rêxistina terorîst a DIŞIê ve hatibûn teror kirin, bi amadebûna berpirsê giştî ya Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî, çendîn siyasetmedarên Almanî,nûnereê Wezareta Pêşmergeyên Hukumeta Herema Kurdistan û fermandeya pêşmergeyên hêza Zerevanî ve çalakiyek girîng pêk hat.
Roja şemiyê 08.09.2023, Navenda Revenda Kurdistanî li Düsseldorf li bajarê Bochumê yê Almanyayê bi boneya 9´mîn salvegera karesata Şingalê çalakiyek li dar xist. Cîgirê serokê Navenda Revenda Kurdistanî Nesrîn Ebdulla îşaret bi wê yekê kir û Got: ”Jenosîda Şengalê di meha tebaxê de ye, lê ji ber ku li Almanyayê meha sîmestirêye, me merasima bîranînê taloq kir û xist meha 9´an. Me dawetname ji Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Pêşmergeyên Zêrevanê re şand da ku beşdar bibin. Cîhê xweşhaliyê ye ku îro beşdariya civîna me bûne.
Li serkaareseta Êzdiya û Enfala li ser Kurdistanê û karesata Kobaniyê, di çalakiyê de fîlma bi navê “Pêşîwazî li Mirinê” ku ji derhêneriya min û wêneyên Nizar Mikail jî hate pêşandan.
Gelek siyasetmedar beşdarî çalakiyê bûn, her wiha (Max Lux) ji Berlînê hat û li ser navê partiya xwe xwe Partiya Kesk a Almanyayê axivî û axaftina xwe de behsa jenosîdê kir û lêkolîn li ser karesatên li dijî gelê Kurd kiriye, niha jî li ser jenosîda Şingalê kar dike û pêwîst dît ku li hember karesateke bi vî rengî helwest were girtin û di asteke bilind de kar li ser wê were kirin. Beşdariya hêza Pêşmergeyên Zêrevan bo xwe wek surprîzek dît.
Di çalakiyê de gelek parlementerên Alman û Cîgira Walîtiya Bochumê, xanim Angelia jî amade bûn, gotarek pêşkêş kir û got ku ew dixwaze Kurdan ji nêz ve nas bike, ji bo baştir fêm bikin, êş û azarên Kurdan û çareseriya wan, ne ku salê carekê wan bibîne, îşaret bi têkiliyên berdewamî kir.


Paşê berpirsê giştî ya Revenda Kurdistanî li baregeha Barzanî Şîfa Barzanî, gotarek pêşkêşî amadebûyan kir û di beşeke din de daxwaz ji hikûmeta Almanya yê kir ku piştevaniya gelê Kurd bike û got: ”Divê lobîyeke taybet hebe, rewşa Ezdîyan niha jî wek xwe maye û piraniya xuşk û birayên êzîdî nikarin vegerin welatê xwe.”
Piştre nûnerê Fermandeyê Pêşmergeyên Zêrevanê gotarek pêşkêş kir û behsa şerê hêzên Pêşmerge li dijî rêxistina terorîst a DIŞIê kir û tekez li ser wê yekê kir ku Şingal bi çavdêriya Serok Mesûd Barzanî û Hêzên Pêşmergeyên qehreman hatiye rizgarkirin.
Pêvîste bê gotin ku ev çalakiya bi hevkarî û hevbeşiya komeleya RONAHÎ pêkahtiye û her wisa roja seroka Komeleya Ronahî Xunav Haco jî ber biçav bû û spasiya wê dikin.

KDC

FREE
VIEW