Însîyatîfa komeleyên jinan û bêranîna salvegera pakrewana Kurd Jîna Emînî

Di 17ê Îlona 2023an de
bi boneya salvegera yekemîn ya pakrewana Kurd Jîna Emînî ya ku hate kuştin li ser destê polîsên exlaqî yên Îranê, Însîyatîfa komeleyên Jinan û gelek rêxistinên din di bin dirûşma
Jin Jiyan Azadî ku ji bo vê rojê merasîmek li dar xistin. Li bajarê Mülheim ê bajarê Kolnê yê Almanyayê. merasîm dest bêkirin bi xêrhatina beşdaran û amadebûyan, piştre axaftina vekirinê bi sê zimanên Kurdî, Soranî û Almanî hate xwendin û komek hunermendên navdar beşdarî merasîmê bûn. Karesatên gelê Kurd bi rengên awazên xwe anîn ziman û gelek stranên netewî niştimanperwer û stranên hunermendê nemir Mihemed Şêxo de diyar bûn. Di dawiyê de serpereştiya vê çalakiyê Dr.Fayza Yûnis spasiya rêxistinên hevbeş kir. Hêjayî gotinê ku ev bêranîn li bajarê Bêrlînê yê Almanyayê jî hat bi kar anîn.
Ev nivîsa ku bi vê boneyê hatiye xwendin ji belî Însîyatîfa komeleyên Jinan ve

Em îro bi însyatîfa komeleyên jinan û gelek rêxistinên din
salvegera şoreşa Jin, Jiyan, Azadî li dardixin. Salek tijî
xebat , têkoşîn û hêvî derbasbû, lê ya herî giring salek ji
xweragerî û cesaretê bû.
Şoreşa Jîna wê yekê nîşan da ku, di bingeha her
tevgereke girîng de hêz û îradeya jinê heye. Bi taybet li
diyaspora pêwîste rola jinan û dilsoziya wan neyê
piştguhxistin, ji ber jin ne tenê ji bo mafê kurdan kar û
xebatê dike lêbelê ji bo mafê hemû jinên cîhanê.
Pêwîste piştgirî û alîkariya me bi gelê me re li welat lawaz
nebe. Lê em çawa dikarin alîkariya mirovên xwe li wir
bikin? Bi vegotina çîrokên xwe, bi bêdeng nemînin, divê
em li dijî neheqiyê dengê xwe bilind bikin û daxwaza
piştgiriyê ji civaka cîhanî bikin .
Îro em bi dilekî xemgîn wan canfîdayên şoreşê bi bîr tînin,
herwiha bi dehan kes jî hatin bidarvekirin, nêzî 20,000
kes girtîne û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e. Divê ev
kes neyên jibîr kirin. Em bang li raya giştî ya cîhanê dikin
piştgiriya xelkên me bikin û ji bo azadiya wan bixebitin.
Raporên herî dawî metirsîdarin.. Îranê gelek leşkerên xwe
li ser sînor bicih kirine, xwe ji bo êrîşên din li dijî sivîlan
amade dike. Bûyerên li Kerkuk û Rojavayê Kurdistanê ne
tenê biêş û metirsîdar bûn lê ew dixwazin vê şoreşê bi
zanebûn tûne bikin. Û ew tenê destpêkeke pilankiriye da
ku gelê Kurd bitirsîne. Lê em rênadin wan me bitirsînin!
Werin em îro vê şoreşê ne tenê bi bîr bînin, lê di heman
demê de soza berdewamkirina kar û xebat û têkoşînê
bidin hev. Werin em dest bi dest û mil bi mil, ji bo azadî,
dadwerî û hêza bêdawî ya ruhê mirovî bisekinin.
Ji bo bîranîna hemû kesên ku ji bo şoreşê canê xwe ji dest
dane û ji bo dilsoziya bi kesên ku heta niha têdikoşinê:
Jin, Jiyan, Azadî – Jiyan, Jin, Kurdistan!
Komîteya mîtînga Jin, Jiyan, Azadî

KDC

FREE
VIEW