Kanada: Civînek Ji bo parlamenter û nûnerên Konfederasyonê

Navendarevenda Kurdistanî û Mala Kurdî ya li bajarê Calgaryê Alberta, ji bo endamên Parlamentoya Kanadayê û nûnerên Konfederasyona Revenda Kurdistanî yên li DYA û Kanadayê konferanseke li dar xistin.
Di destpêka konferansê de Adar Mevan bixêrhatina beşdaran kir û bernameya konferansê xwend.
Nûnerê Konfederasyona Revenda Kurdistanî birêz Rehîm Reşîdî spasiya organîzatorên konferansê kir û bixêrhatina beşdaran û her wiha spasiya endamên Parlamentoya Kanadayê jî kir. helwêstek bo xizmeta Kurdistanê û pêşvebirina doza wê ku bûye sedem bo Komara Îslamî ya Îranê bi nefret li wî binêre.
Tom Kmej û Jarsaj Hallan paşê axaftinên berfireh kirin. Di hevdîtinê de mijarên navxweyî yên weke koçberî, buhabûna nirx û buhabûna aborî hatin gotûbêjkirin û herwiha tekezî li ser piştevaniya Kurdistanê kirin û rola Kurdistanê bilind nirxand.
Reşîdî, li ser navê Konfederasyona Revenda Kurdistanî axivî û got ku Kurd ji sala 1979´an ve li dijî Komara Îslamî ne û di wê baweriyê de ne ku Tehran dewleteke terorîst e.
Birêz reşîdî, amaje bi wê yekê jî kir ku zêdetir ji 500 çalakvanên siyasî li derveyî Îranê şehîd bûne. Qasimlo di sala 1989´an de Dr. Şerefkendî biryara Dadgeha Mekonos a Viyana û Berlînê ya sala 1992’an bi bîr xist û got ku biryara dadgehê terorîstbûna dewleta Îranê îspat dike.
Nûnera Konfederasyonê di beşeke din ya axaftina xwe de şehîdbûna Jîna Emînî ya 22 salî bi bîr anî û got ku dirûşma Jin, Jiyan û Azadî li cîhanê belav bûye. Piştre birêz Rehîm, behsa êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê û şehîdbûna Pêşrew Dzeyî û Jîna 11 mehî kir. Wî her wiha bi bîr xist ku Komara Îslamî berî niha welatiyên sivîl û pitikan li Koyê bi mûşekan armanc kiribû.


Reşîdî ji Kanadayî re got, “Hûn ji herkesî baştir derewên Îranê dizanin,” amaje bi kuştina wênegira Kanadî-Îranî Zehra Kazimî di sala 2003 de û xistina firokeya sivîl 752 ya Ukraynayê di sala 2020 de bi 176 rêwiyan re, di nav de 140 hemwelatî û mêvanên Kanadayî hebû û bi moşeka Muhafizên Şoreşê hat xistin.
Nûnerê Konfederasyonê da zanîn ku daxuyaniyên Îranê yên derbarê van bûyeran de derew û şaş in û got; ”Ji bo Kanadayê şerm e ku azadîxwazên Kurd nekarîne werin Kanadayê, lê terorîstên Îranî û alîgirên terorîst Qasim Silêmanî li Kanadayê dijîn û veberhênan dikin.” Û Konfederasyonê daxwaz kir ku dawî li vê meylê bê û endamên meclîsê jî bi awayekî çalaktir piştgiriya Kurdistanê bikin û hewl bidin ku çalakiyên pasdarên Şoreşê yên li Kanadayê bi dawî bikin û ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê jî hewl bidin.
Rehîm Reşîdî, di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa kar û çalakiyên Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi giştî li cîhanê û bi taybetî li Kanadayê kir û daxwaz ji amadebûyanjî kir ku piştgîriya peyvdarê jineke Kurd bi navê Aştî Waisî bikin ku berbijêrê parlementoya Kanadayê ye.
Di dawiyê de gotûbêjek vekirî di navbera beşdar û axaftvanan de hat kirin û piraniya wan gotûbêjan li ser piştevaniya zêdetir ya Kanada bo Kurdistanê bûn.

KDC

FREE
VIEW