Gelê Mazlûm´ê Kurdistanê Bi Tenê Nehêlin!


Rejîma Îslamî ya Îranê, 44 sal e ji rijandina xwîna kurdan ve têr nabe. 44 sale jiyanê bi
taybetî li Kurdan û bi giştî jî li hemû muxalefet û hûrgelên wek Belûcan kiriye Zîndanekî
mezin.
Rejîmên ku bi zorê hatine ser hukum, desthilatdariya xwe li ser xîmên şîddetê bi desfxistine, ji
azadiyê mafên mirovî û demokrasiyê ditirsin. Rejîmek xwînrij ya wek Îranê teror û şîddetên
xwe ne tenê li nav welat her ûsa jî li dervê sînorên xwe jî didomînin. Berî du hefteyan bi
balafirên droneran muçekan avêtibû ser paytexta Kurdistanê bajarê Hewlêrê, di netîce de
karmendek kurd û zaokên sawa hatin kuştin û gelek kesên sîvîl jî bîrîndar bûn.
Îro jî 4 girtîyên Kurd ên bi navên Wefa Azerbar, Muhsin Mazlum, Pijman Fethî û Muhammed
Feramerizî ku li girtîgeha Qoserê ya Kerecê hatine bidarvekirin.
Êşa me gelek girane. Me çar ewladên xwe yên din jî wenda kir. Tenê ”sûcê wan Kurdbûn
bû”. Konfederasyona Revenda Kurdistanî, Rejîma Îranê bi kuştina çar lawên kurd, bi tundî
mehkûm dike û serxweşîyên xwe bo malbatên wan radigîhîne.
Rejima Îslamî ya Îranê, dixwaze bi kuştin û zîndanîkirina kurdan, bi tirs û bi birçîtîyê ve
çavên kurdan bitirsînin û wan bi tirsê ve bi terbîye bike. Lê divê ew baş bizanibin ku, gelê
kurd ji tirsê qet natirsin û ji birsî jî qahîmtirin. Sedan sale ku kurd tên kuştin, lê doza azadiya
kurdan her berdewam e.
Kurd lawên pêşewayê nemir Qazî Mihemed`in, lawên serok Barzanî yê nemir in, lawê Şêx
Seîd, Seîd Riza û Şêx Mehmûd Berzencîn e. Bila mirin ji wan bitirse….
Em Konfederasyona Revenda Kurdistanî, soz û peyman didin gelê xwe û şehîdên xwe,
ranawestin heta rûxandina rejîma Îslamiya Îran û heta ala Kurdistanê li ser zîndanên wan hil
nedin, wê xebata me her berdewam be.
Rejîma mirovkuj ya Îranê, ne tenê ji bo Kurdan û muxelefeta navxwe, her usa ji bo heremê û
bo Cîhanê jî xeterek mezin e. Divê Sipayê Pastarên Îranê û grûbên din yên ser bi Îranê ku li
derveyê sînorê Îranê faliyet nîşan didin, li cîhanê wek terorîst bên naskirin.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî, bang li hemû hêzên mirovhez û aşîxwazên Cîhanê, li
Yekitiya Ewrûpa, li Neteweyên Yekgirtî û bi taybetî jî welatên wek Fransa, Almanya,
Brîtanya, Amerîka û dewletên Skandînavî dike ku êdî ne tenê peyv, bi kiryar jî bersîva Îranê
bidin. Gelê mazlûmê Kurdistanê bi tenê nehêlin
Mirin û neman ji bo rejîma Îslamîya Îranê!
Bijî doza Azadiya Kurdistanê!
2024.01.29
Konfederasyona Revenda Kurdistanî

KDC

FREE
VIEW