Li Almanyayê Nijadperestek Hatiye Cezakirin

Dîwana Edaletê ya Federal, 8 sal û 3 meh cezaya girtîgehê li siyasetmedarekî berê yê rastgir birî, wî agir bi saloneke sporê ya ku biryar hatibû dayin penaber lê bi cih bibin xistibû.

Mike Schneidrer ku li Brandenbûrgê li salona sporê ya bajêr agir berda cihê ku 150 penaber lê bicih bibin, ji aliyê Dadgeha Wîlayetê ya Potsdamê ve 8 sal û 3 meh cezaya girtîgehê lê hate birîn û daxwaza ji bo lêkolîna biryara dadgehê jî hate redkirin.

Li gorî encamên dadgeha bajarê Nawin, bersûc Mîke Schneîder yek ji kesayetên nîjadperest ên pêşeng bû ku bi salan bi partiya rastgir NPD re bû.

Hêjayî gotinê ye, di şeva 24-25ê Tebaxê de Mîke Schneîder agir berda salona sporê, biryar hatibû dayîn ku bi demkî nêzî 150 penaberan lê bi cih bibin, salon bi temamî şewitîbû û buhayê ji nû ve avakirinê jî 3,9 mîlyon Euro ye.

KDC

FREE
VIEW