Navenda Revenda Kurd Xizmeteke Din Pêşkêş Kir

Di berdewamiya xizmetên Navenda Revenda Kurd de ji bo ku xelk bi hêsanî bigihîjine agahî û çalakiyên Navenda Revenda Kurd li derveyî welat sepanên(application) Android û IOSê hatine avakirin.

Berpirsê Dezgeha Ragihandinê ya Navenda Revenda Kurd li derveyî welat Hewraman Elî Tofîq ji malpera kurdishdc.org re wiha got: “Bi pêşketina teknolojiyê re em ê bi berdewamî projeyên nû yên Navenda Revenda Kurd bidin destpêkirin da ku bi teknîkên nû û rêyên hêsan Kurd bigihîjin xizmetên navendê.”

Hewraman Elî dibêje: Xizmetguzariya herî nû ya Navenda Revenda Kurd, sepaneke ku hem li ser Androidê û hem li ser IOSê ye ku Kurd dikarin bi vê rêyê malpera navendê bixwînin û li ser înternetê guhdariya radyoyê bikin.

Di vê sepanê de xizmetên (Ez Kurd im û ez bi Kurdî dixwînim) jî hene ku du projeyên demdirêj ên Navenda Revenda Kurd in.

Lînka sepana Navenda Revenda Kurd ji bo IOSê :

Lînka sepana Navenda Revenda Kurd ji bo Androidê

KDC

FREE
VIEW