Kurdekî Şinoyî Di 70 Saliya Xwe De Hatiye Darvekirin

Li girtîgeha navendî ya Ûrmiyeyê, darvekirina 2 sivîlan bi sûcdariya madeyên hişbir û kuştina bi zanebûnî, hatiye cibicîkirin.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, sibeha Pêncşemê li girtîgeha navendî ya Ûrmiyeyê 2 sivîl bi sûcdariya bikaranîna madeyên hişbir û kuştina bi zanebûnî hatine cezakirin.

Yek ji wan kesên ku hatine darvekirin Mîr Sultan Emîrî yê 70 salî ye ku xelkê Şinoyê ye, sê sal û nîvan bi tawanên girêdayî narkotîkê hatibû girtin û cezayê dardakirinê lê hatiye birîn. Nasnameya kesê duyem ê ku bi tawana kuştina bi zanebûnî hatiye darvekirin heta niha nehatiye diyarkirin.

Şaryar Emîrî yê 42 salî yê kurê Mîr Sultan îsal bi heman îdiayê li girtîgeha navendî ya Ûrmiyeyê hatibû darvekirin.

Li gorî îstatîstîkên navendî û belgeyên Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, di sala 2021an de herî kêm 48 welatiyên Kurd, li girtîgehên Îranê cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.

KDC

FREE
VIEW