Nûnerê Konfederasyonê Revenda Kurdistanî sersaxî ji malbata Zêbarî re xwest

Li ser navê Konfederasyonê Revenda Kurdistanî li Amerîka û Kanadayê Rehîm Reşîdî li ser navê Konfederasyonê Revenda Kurdistanî bi rêzdar Karwan Zêbarî re peyivî û hevxemiya xwe ji bo karesata ji destdana çend endamên wî malbatê nîşan da.
Roja sêşemê 16-01-2024´an de 5 welatiyên Kurd ên xelkê parêzgeha Duhokê û xelkê parêzgeha New Yorkê ku ji Umreyê vedigeriyan, beriya ku bigihin malên xwe li parêzgeha New Yorkê, di bûyereke hatûçûnê de jiyana xwe ji dest dan. Di bûyerê de gelek welatiyên din jî birîndar bûn.


Nav û temenê wan 5 welatiyên Kurd ên ku di wê qezayê de jiyana xwe ji dest dane ev in: Berîvan Neîmet (43 salî), Havrst Neîmet (41 salî) û Alîn Armanc (20 salî). Ev her sê welatî bi eslê xwe ji navçeya Akrê ne. Her du kesên din jî Fatima Ebdullah (71) û xelkê gundê Mayê yê parêzgeha Duhokê û Şehnaz Mecîda (56) û xelkê gundê Stûkurkê yê parêzgeha Duhokê ne.

15 welatiyên Kurd ên ji Umreyê vedigeriyan hebûn. Pênc niştecihên Virginia bûn, û 10 welatiyên mayî jî niştecihên New Yorkê bûn ku bi du wesayîtan vedigeriyan malên xwe li Newhamington, New York; Di rê de wesayîtek wan qezaya trafîkê derbas kir û di encamê de 5 kes mirin.
Roja 24´ê vê mehê termê wan 5 kesan bo Kurdistanê hatin vegerandin û li bajarê Duhokê yê başûrê Kurdistanê hatin veşartin.

KDC

FREE
VIEW