Konfederasyona Revenda Kurdistanî ji bo şermezarkirina êrîşên Îranê yên li ser Hewlêrê li bajarê Dusseldorf ê Elmanya´yê xwepêşandanek li dar xist.


Di roja 20´ê Çileya 2024´an de Konfederasyona Revenda Kurdistanî li bajarê Dusseldorf ê Almanya´yê de êrişên terorîstên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê ku di encamê de welatiyên bajarê Hewlerê jiyana xwe ji destda, bi xwepêşanek xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandan bi xûlekek bê dengî li ser canê pakrewanên kurd û Kurdistanê, di gel sirûda neteweyî Ey Reqîb ve dest pê kir. Dûvre bixêrhatina amadebûyan ji aliyê pêşkêşkara bernameyê xanim Yusra Zubêr ve hate kirin.
Êrîşên hovane yên li dijî hemû Kurdistanê, bi taybetî êrîşên vê dawiyê yên li ser Herêma Kurdistanê bi taybetî li bajarê Hewlerê hate şermezar kirin. Piştre Serokê Navenda Rewenda Kurdistanî li navçeya Nordrhein-Westfalenê birêz Ebdullah El-Cundî axaftina Konfederasyonê bi zaravayê Kurmancî pêşkêş kir û têde nerazîbûna Konfederasyonê li hember van êrîşên cinayetkar şîrove kir. Şermezarkirina êrîşên hovane yên ku li ser Kurdistanê û gelê wê yê aştîxwaz anî ziman û got: ”dikarin Kurdan bikujin, lê nikarin hebûna kudan ji holê rakin.”


Paşê rêzdar Hosam xweşkanî bi zaravayê soranî axaftina Konfederasyonê pêşkêş kir û bi zimanên almanî û farisî jî axaftin hatin xwendin û çend helbestvan ji amadebûyan bi vê boneyê helbestên şoreşgerî xwendin û çendîn gotin û silogan hatin avêtin. Hêjayî gotinê ku Konfedersiyon li hemû welatên Ewropayê di yek demê de yek demjimêr û rojê de xwepêşandan pêkanîn û her wiha li gelek bajarên Almanyayê beşdarî hebûn.
Yusra Zibêr

KDC

FREE
VIEW