Wênesazê Kurd Guhdar Selahedîn û pêşangeheke hevbeş li Vienna

Aştî Germiyanî.. Hollanda

Pêşangeha Hinterland a li bajarê Vienna ya Awusturyayê dê di 1/7/2021an de pêşangeheke ji bo 10 hunermendan veke ku dê di 30/6/2021an de di saet 7 ê êvarê de were vekirin û du lêkolînerên bi navê Ezgî Bekçayi û Bariş Seydevan dê beşdarî vekolîn û şîrovekirina pêşangehê bibin ku her yek ji wan hunermendekên bi ezmûn in.

Hunermendê Kurd Gohdar Selahedîn ku li gel komek ji hunermendên navdar beşdarî vê pêşengeha hunerî bûye
di danasîna yekem de dibêje: “Ez di demekê de ji dayik bûm ku her roj diçû ava me bawer nedikir ku em ê avabûna wê bibînin. Rojên me tev êş û azar û bê hêvî bûn. Kurd her dem êş û bêhêvî bûne, lê êrîşên gazên jehrî li Helebce û Enfal yek bi yek bêhêvî bûn e, êş û birîn in.

Zehmet e, ne tenê di jiyana min de, lê li ser hunera min jî bandor û tesîr heye. Min xwest bi awayekî xwe îfade bikim, jiyana ku me tê de jiyan e diyar bikim û tê de. Weke tevger wan têgihiştinan rave bikim. Helwesta min ya nerazîbûnê ye ku min dixwest bi rêya wan alav û tiştan, xwe bînime ziman.

Pêşangeh bi alîkariya du lêkolîneran ku her yek ji wan hunermend Ezgî Bekçay e ku çavdêriya galeriya hunerê li Stenbol- Tirkiyê dike û hunermend Bariş Seydevan ku çavdêriya Galeriya Keuri ya li Vena-Avusturyayê dike û bi alîkariya her du aliyan 10 hunermendên galeriyan kom dike û berhemên xwe yên hunerî ji hev re tînin û hemû berhem û hunermendan lêkolîn dikin.

Hunermend:

Vooria Aria, Timur Celik, Naomi Cohen, Gabriel Doyle, Umut Erbas, Cemre Gurbuz,bMaryam Hojjati, Ismet Korogliu, Gohdar Salahadin

KDC

FREE
VIEW