Kurdên Swîsreyî xwe ji bo salvegera 100 a peymana Lozanê amade dikin 

Roja Çarşemê aktivîst, pispor, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurdistanî yên Swîsreyî ji bo 100. salvegera peymana Lozanê ya li Lozanê civîneke amadekariyê li dar xistin 

Şanda navendî ya rewanda Kurdistanî li Swîsra beşdarî di civînê de kir û têbînî li ser çawaniya amadekirin û damezrandina komîteyeke 5 kesî weke komîteyeke şêwirî ji bo konfranseke giştî û bi beşdariya hemû Kurdan li ser kar û bername û peywendiyên bi aliyan re û vexwendina civîna bê ya ku biryare di meha Tebaxê de were lidarxistin 

Endamê komîteya îdarî ya Navenda Rewanda Kurdistanî Aydogan Înal ku beşdarî civînê bû diyar kir ku civîn di asta kesayet û siyasetmedarên Kurdên Swîsreyê de hatiye lidarxistin û armanca civînê ew bû ku amadekariyên konferansa 100 salan a Peymana Lozanê bikin 

Aso Pîrotî weke kesayetekî Kurd ku li Lozanê dijî beşdarî civînê bû û ji Navenda Rewanda Kurdistanî re ragihand ku ev hevdîtin destpêkek baş bû, da ku bi girtina nêrînan bi giştî nêzî nêrînan bibin 

Di beşeke din ya axaftinên Pîrotî de behsa hewldanên navenda rewanda Kurdistanî kir û pêşniyaz jî kir ku rewanda Kurdistanî çavdêr û erkê konfiransê li Asto be ku rêxistineke serbixwe ye û navenda komkirina Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê ye û karîne serpereştiya erkên xwe bikin û ew jî serokê komîteya ku ji aliyê penaberên Kurdistanê ve hatiye amadekirin bû

Lê tendirustiya wî rê li ber domandina karê wî girtiye 

Her wiha beşdarekî din ê civînê Dr. Elyas Baban ku li Cinêvê dimîne ragihand ku ev civîn nîqaşa li ser projeya amadekar a 100 saliya peymana Lozanê ye

Di evê bareyê de komîteyek ji pênc kesan pêk hatibû û wek komîteyeka şîretkar hat pêkanîn û peywendî bi ewan alîyan re û bi pisporan re hat kirin da ku beşdarîyê di kombûna bihê de bikin 

Di beşeke din ya axaftinên Elîasî de behsa hewldanên beşdar kirina desthilatên hin welatan li ser asta serokên komariyan, beşdarî kirin di vê konfransê de kir

Hêjayî gotinê ye ku di sala 2023 ‘an de 100 saliya Peymana Lozana Omînasê, rewanda Kurdistanî amadekariyên wê salvegerê kirine , 

hewl dide ezmûna hukûmeta herêma Kurdistanê biparêze û hewla dîasporaya Kurdistanê ji bo hemû Kurdan bi hev re li hember evê rêkevtinê bi şêweyekî neteweyî û aştîyane helwêsta yekgirtîya Kurd li hember cîhanê bibêje mixabin dîrok ji bo ewê neheqîya ku li Kurdistanê hatiye kirin û Kurdistanê nasnameya xwe ya neteweyî parastiye û sînorên cudakarîyê nekarîne dil û mejiyê Kurd ji bo milletê xwe ji hev cuda bikin 

Soran Hesen

KDC

FREE
VIEW