Nûnerê Konfedralîsyona Rewanda Kurdistanî li Amerîka û Kanadayê di çarçoveya çalakî û pêngavên dîplomatîk de li gel du kesatiyên Amerîkî civiya 

Birêz Kurd, endamê Desteya Rêvebir ya Konfedralîsyona Rewanda Kurdistanî ligel endamê Kongirêsê Chris Smith û endamê berê yê Kongresê Franks Wolf kom bû û nerînên xwe li ser çend mijaran berhev kirin

Di civînê de nunerê konfederasyonê behsa bername û armancên yekxistina tevgera Kurdistanê li derve bi giştî û Amerîkayê bi taybetî kir û daxwaz ji her du kesatiyên Amerîkî kir daku li ser piştgîrî kirina doza Kurdistanê berdewam bin

Chris û Franks diyar kirin ku wan ji nêz ve serdana Kurdistanê kirine û çanda jiyana bi hev re ya aştiyane ya li Kurdistanê bi çavên xwe dîtine Ji bilî bilind nirxandina rola Bilind a Kurdistanê jî rola girîng ya Pêşmerge di têk birina terorê de bibîr xistin û tekez li ser domandina piştgîriya Kurdistanê kirin.

KDC

FREE
VIEW