Ewropa Wê Mekanîzmayên Li Dijî Îhwanê Dayîne

Hin welatên Ewrûpî hevpeymaniya ewlehî û îstixbaratê didin destpêkirin da ku mekanîzmeyên li hember çalakiyên Rêxistina Îhwanî Muslîmîn ku wek rêxistineke teroristî nas dikin, xurt bikin.

Di dawiya Konferansa Viyana li dijî Îslama Siyasî de ku roja pêncşemê li paytexta Awusturyayê hate lidar xistin. Awusturya, Fransa, Belçîka û Danîmarka li ser girîngiya xurtkirina hevkariya di hemû astan de yekdeng bûn da ku li hemberî metirsiya belavbûna koma terorîst Îhwan were sekinandin.

Di vê konferansê de hejmareke siyasî û dîplomatên Ewropayî amade bûn. Wezîra Civaka Awusturyayê Susan Rapp dûbare dike ku ji ber dijwarbûna vê meseleyê bi taybetî li Fransa, Denmark û Awusturyayê, di encamê dê rûbirûyê çalakiyên tûndûtûjiyê bibin.

Rap, di derbarê hewcedariya hevkariya berfireh a bi welatên cîran re ya di heman warî de daxuyand ku wê di hemû astên siyasî de roja Pêncşemê dest pê bike.

Forûma Viyana ya li dijî Îslama Siyasî û bi taybetî Îhwanê, wê sala bê rûniştina duyemîn lidar bixin.

KDC

FREE
VIEW