Tendirustiya Cîhanê: Li Ewropayê Karesat Rû Didiye

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hişyarî da û diyar kir ku eger rewş bi heman rengî bimîne, heta Adara 2022an dibe ku hejmara mirinên ji Coronayê wê li Ewropayê ji 1,5 mîlyonan derkeve 2,2 mîlyonan.

Rêxistin pêşbînî dike, li bendê ye ku di navbera niha û 1ê Adara 2022an de ji 49 heta 53 welatan zexteke giran bê kirin û tê payîn ku hejmara mirinên qeydkirî heta biharê bigihêje zêdeyî 2,2 mîlyonan.

Di daneyên WHO de hatiye ragihandin ku mirinên ji Coronayê heta dawiya meha Îlonê bi du qatan zêde bûye û di nava rojekê ji 2 hezar û 100 kesan ji bo 4 hezar û 200 kesan zêde bûye.

Rêxistin her wiha dibêje ku rewşa Covid-19 li seranserê Ewropa û Asyaya Navîn pir cidî ye û ew bi zivistaneke dijwar re rû bi rû ne û daxwaza derziyan dikin.

KDC

FREE
VIEW