PAŞAYÊ EFO KOÇA DAWÎ KIR


Hunermend, helbestvan, pedagog, dengbêjê Radyoya Erîvanê Paşayê Efo koça dawî kir.
Paşayê Efo (Mamoyan Kacîk Efendîyêvîç) di sala 1957an da li gundê Kabaxtan ê herema Talînê ya Komara Ermenistanê ji dayik bûye. Zanîngeha Pedagojîyê ya herêma Yaroslavl ya Rûsyayê xelas kirîye.
Hunermand paşayê Efo, xwediyê gelek helbet û stranan e û her wisa tembûrvane jî. Gelek berhemên wî yê folklorîk di nav gel de belav bûye. Heta nuha 26 stran û 40 helbest afirandîye.
Piraniya helbestên wî li ser xwe Kurdistanê, li ser azadî û yekîtiya netewî ya kurdan e. Ew yek ji denbêjên berbiçav ya radyoya Êrîvanê bû.
Paşayê Efo dema Sovyetê li gundê Qibixtepe muxtartî jî kirî ye û midûrê solhozê bû. Piştî ku Yekîtîya Sovyêtê hiweşiya, jiyana xwe li herêma Yarosilavê ya Rûsyayê domand. Li vir bi awayekî aktîf bi xebatên civakî ya kurdan dibû. Di gelek komeleyên cêyawaz ya kurdan de endam bû. Paşayê Efo niştîmanperwerekî fedakar û dilsoz bû.
Bi miriana hunermend Paşayê Efo, em gelek xemgîn bûn. Wek Konfederasyona Revenda Kurdistanî serxweşiya xwe bo malbat û hemû hezkiriyên radigînin. Bila ruhê wî şad û cîhê wî biheşt be.
22.09.2023
Konfederasyona revenda Kurdistanî

KDC

FREE
VIEW