30yê Pûşpera 1930an – Simko Axayê Şikak

30yê Pûşpera 1930an – Simko Axayê Şikak bi pîlaneke karbidestên wê demê yê rêjîma Îranê, li bajarê Şino hate şehîdkirin . Di 91emîn salvegera şehadeta rêberê nemir de ez wî bi rêzdarî bi bîr tînim.

Simayîl Axayê Şikakî ku weke Simkoyê Şikakî tê naskirin, di sala 1887ê li Kela Çariyê Rojhilatê Kurdistanê jidayikbûye.

Kurê Mihemed Axayê serokê hoza Şikak e. Piştî mirina bavê wî û bi destê rejîma Îranê yê wê demê, kuştina birayê wî Cefer Axa, serokatiya hoza Şikak kete destê wî.

Simko kesayetek nîştîmanperwer û nûxwaz bû. Gelek kes wî weke bavê nasyonalîzma Kurd binav dikin. Herwiha gelek dîrokzan Şoreşa Simko weke yekem hewla serxwebûnê ya Kurdên Rojhilat dibînin.

Di havîna sala 1919ê de Simko bajarê urmiyê ji bin destê desthilata wê demê yê Îranê derxist. Di sala 1922ê de jî damezrandina hikûmeta Kurdistana Serbixwe ragihand û xwe jî weke paşa nasand. Kovara Kurdistanê jî weke ragihandina fermî ya hikûmetê derket.

Navûdengê Simko li Kurdistanê û hemû Rojhilata Navîn belav bû. Di raporên wezaretên Tirkiye, Iraq, Îran, Rûsya û Brîtanyayê de navê wî û şoreşa wî tomar bû.

Rojnameya navdar a Emerîkî New York Times di raporekê xwe yê sala 1922ê de behsa Şoreşa Simkoyê Şikak dike û radigihîne ku Hikûmeta Kurdistanê hatiye damezrandin.

Di raporê de tê gotin ku sînorê vê hikûmetê jî Urmiye, Selmas, Kirmanşan û Erdelan e. New York Times dibêje çavê Simko li Lirositanê ye.

Piştî serkeftina hêzên Simkoyê Şikak, bajarê Urmiyê 4 salan di bin destê Hikûmeta Serbixwe ya Kurdistanê de ma. Lê paştira artêşa Îranê bi serokatiya Riza Şahê Pehlewî êrîşeke berfereh anî ser bajarê Urmiyê û bajêr kontrol kir. Simko û hêzên wî vekêşiyane Bakurê Kurdistanê.

Di sala 1924ê de biryareke giştî yê lêborînê derket û Simko carek din vegeriya Rojhilatê Kurdistanê.

Di sala 1926ê de carek din dest bi şoreşê kir lê vê care hewla wî sernekeft û carek din vegeriya Bakurê Kurdistanê.

Simko li vir jî ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hate girtin û demekê di girtîgehê de ma. Piştî azadkirina wî vegeriya Rojhilatê Kurdistanê.

Simko Axayê Şikak di 30ê pûşpera sala 1930ê de bi xefikekê li bajarê Şînoyê hate şehîdkirin, dewleta Îranê piştî mirina simko termê wî 3 rojan li kolana hiştin da ku çavên kurda bitirsînin û careke din serîhilnedin..

KDC

FREE
VIEW