Lêpirsîn Li Ser Karkera Paqijiyê Destpê Kiriye

Di derbarê bûyera paqijiyê ya li mala Serokwezîrê Swêdê de ji aliyê polîsan lêpirsîn destpê kir.

Li gorî televîzyona Swêdê, ew jin û şîrketa ku lê kar dikir, têkildarî binpêkirina hiqûqa penaberan bûne û sûcekî hiqûqî kirine.

Berdevkê polîsan Osa Valentîn da xuyakirin ku ew piştrast dike ku raporek li ser bûyerê hatiye şandin, lewma lêpirsîn destpê kiriye.

Paqijker bi binpêkirina Qanûna Penaberan, beşa 1. a beşa 20an tê sûcdarkirin ku bê destûr li Swêdê maye û xala 3. binpê dike li Swêdê bê destûr dixebitî.

Xwediyê kar beşa 5, beşa 20an a qanûna penaberan binpê kir ji ber ku têkildarî kesekî ye ku li Swêdê kar dike û mafê rûniştinê û destûra kar jê re nîn e lê belê îş û kar dane wê ye.

Serokwezîra Swêdê Magdalîna Anderson şîrketa paqijiyê gilî kir ji ber ku wan kesekî neqanûnî şandine.

Girtina karmendê paqijîyê li mala serokwezîr jiber nedana destûra mayînê li Swêdê bû sedema nerazîbûneke berfireh li wî welatî, pisporên ewlekarîyê rexne dikin ku xemsariya pîvanên ewlekarîyê yên li dor serokwezîrî rexne dikin.

Karker piştrast kir ku ew di payîzê de du caran xebitiye lê nizanibû ku mala Serokwezîr e.

KDC

FREE
VIEW