Çima iro pêwiste Fedrasyona Nivîskarên kurdistan li dyaspora

Sedîq Şirnexî .

Dyaspora me kurdan iro buye wek kurdistanek li dervey welat ,ti dibînê hem welatyê te û welatyên herçarparçên kurdistan li kêleka hevin bi rojane êş û azarê xwe parve dikin ,têkilyê xwe ava dikin .
Herweha komele û Malên kurd damezrînin ligor hebûna xwe ,ev asta nû ji xebata kurdistanî dervey welat nemaz her cûre ji kesan hatye
Ji ber zulm û zorê li welatê xwe van 30-40 salên dawî de, ne tenê wek xwendevanê berê kû dihatin .ev rewşa nû ji penaberyê pir tiştan bi xwere tînê ,yek jî jê hişmendya welatên Em têde dijîn,zihniyeta dimokratî kû wan pê welatê xwe avakirin ,rihê pêkve jyanê bi byanyare.
Hilwesta me çi bû? Em xwe bi xwe wek kurdên çar parça bo naskirna zaravayên xwe yên cuda û carna adetên nû ji bo me ezmûnek nû bû .
Minak kurdên roj ava û bakur û sovyêta berê di karin têbighejin bi zaravê xwe di peyvê de ,di heman demê de bi tîpên latînî di nivîsandinê de .
Li hêla din kurdistanyên ji Başûr û roj hilat bi taybetî Soran wek nimûne zaravake kêm tê fêm kirin ji gel kurdistanyên parçên din her weha nivîsandina wan jî bi tîpên Erebye guhertye.
Çimkî Em îro li pênc Navendên Cihanê hatine belavkirin ne wek ti demê bûrî ,û berî niha kurdên her parçekî li penaberya xwe hev didîtin ,renge yekîtî û federasyon çêbûn lê dûvre ber fireh bûn ta kû giha asteke konfedrasyonê mezin pêk hatin nemaze li Ewropa .
Bi rastî nema edî komele û malên kurdî têr kirin ku têkilikên global û ber fireh bikin divî bû Fedrasyonê jinan an Rewşen bîran her weha ên ciwanan çêbe .
Me jî wek nivîskarên kurdistanî piştî hebûna xwe ya li ser pênc Parzemina tekez kir ,me biryar da ku Em rola xwe ya li dyasporayê bistînin,pêş bixin ji bo avakirna desteyek ku van kesayetyan di çar çovek yek girtî li ser Çar bingehan :
1-hemî zaravên kurdistan bi herdû tipan beşdarbin ji nivîskaran .
2-ji her çar parça hebin di gel kurdê sovyata berê .
3-jin û mêrên nivîskar bi hevre xwedî bandor bin di vî karî de .
4-bawerya mey netewî yek bê bi Ala kurdistan ,sirûda netewî .Em serbixwene himber partyên syasî ên kurdistanî.
ME çi xwest bêjin ?
Piştî zêdetir sê mehan ji peywendyên takekesî ,girûpî.Em gihiştin dema ragihandina vê yekîtiyê bi navê Federasyona nivîskarên kurdistan li Dyaspora di 26.12.2023 li bajarê Essen Almanya .
Bê guman ev karê giran buha wê şaxek bê ji dara konfedrasyona Revenda kurdistanî de ya kû Sêwaneke mezine di xizmeta yekîtya xebata kurdistanî li dyaspora de .
Sedîq Şirnexî .

KDC

FREE
VIEW