Balyoz û konulê Emerîkî sardana Barzanî kirin

Îro sêşemê Serok Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwazî li Balyozê Emerîkî yê li Iraqê Mtthew Tuler û konsolê Emerîkayê li Hewlêrê Robert Paladino, kir.
Di hevdîtinê de, Balyozê Emerîkayê, pesnê ferhenga pêkvejiyan û toleransê di navbera pêkhateyên ayînî û cihê yên herêma Kurdistanê û kir û destxweşî li dezgeh û saziyan kir ji bo parastina wê pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê heyî.
Li aliyekî din, rehendên giştî yên diyaloga stratejik a di navbera Emerîkayê û Iraqê hat gotûbêjkirin û Balyozê Emerîka Matthew Tueller pabendbûna welatê xwe ji bo alîkariya Herêma Kurdistanê û Iraqê û piştevanîkirina hêza Pêşmergeyê Kurdistanê û dirêjedan bi peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê di warên kultûrî û akademî û aborî dûpat kir.
Tê zanîn rewşa helbijartinên bê yên Iraqê û gefên terorî yên li ser jiyana sivîl, beşekî giringê guftûgoyên herdû alîyan bûn.

KDC

FREE
VIEW