Oslo: Şîfa Barzanî li gel rêveber û mamostayên dibistaneke Kurdî civiya


Serpereştyarê giştî yê dîasporaya kurd li Baregeha Barzanî, di berdewamiya serdana xwe ya bo Norwçê û serdana kurdên diyaspora û serdana parlamentoya Kurdistanê û çend partiyên wî welatî, bi amadebûna berpirsê Navenda Revenda Kurdistanîl´ li Norwêçê civîn pêkanî. Di civînê de ji bo sala xwendinê ya 2023–2024´an guhdariya daxwaz û pêşniyarên mamostayên dibistanê kir.
Roja şemiyê 02.09.2023, Şîfa Barzanî Serpereştiya Giştî ya Dîaspora û li Oslo yî ji aliyê mamoste û xwendekarên dibistanê hatin pêşwazîkirin û bi wan re hevdîtin pêk anî.
Di hevdîtinê de Burhan gardi spasiya Şîfa Barzanî û Kurdistaniyên diyasporayê kir ku bi rêya Wezareta Perwerde ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pirtûk ji bo dibistana wan dabîn kirine.
Mamostayên dibistanê girîngiya dibistanê bi taybetî ji bo zarokên Kurd ên li welat ji dayik bûne, ku fêrî xwendin û nivîsandina zimanê xwe yê zikmakî bibin û xwedî hesta neteweyî bin û bi giştî şeş ji şeşan notên xwe bi dest bixin, rave kirin.
Di dibistanan de bi her du zaravayan, bi alfabeyên latînî û aramî dersa kurdî tê dayîn.
Piştî guhdarîkirina rêveber û mamostayên xwendingehê, Şîfa Barzanî spasiya wan kir û balkişand li ser girîngî û pîroziya kar û xebata wan û amaje bi wê yekê jî kir ku yek ji bername û armancên sereke yên Konfederasyona Revenda Kurdistanî ku projeyeke netewî ya Serok Barzanî ye, amadebûna xwe nîşan da ku bi Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bicive û daxwazên civînê pêşkêşî wezîr bike.
Di dawiyê de midûrê dibistanê amadebûna xwe ji bo tevlîbûna Konfederasyona Revenda Kurdistanî da xuyakirin.

KDC

FREE
VIEW