Şefa Barzanî bi serokên Partiya Çep a Sosyalîst a Norwêcê (SV) re civiya.

Serpereştyarê giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî li gel berpirsê Navenda Revenda Kurdistanî li Norwêçê, serdana Parlamentoya Norwêcê kir û li gel çend endamên serkirdayetiya Partiya SV civiya.
Roja Înê 01 Eylûlê, Şefa Barzanî Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, di serdanê de Şêwirmenda Siyaseta Derve ya Partiya Çep a Sosyalîst (SV) xanim Heidi Lundeberg, Endamê Serkirdayetiya Partiya Çep a Sosyalîst a Norwêcê Jermund Skur û Serokê Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Norwêcê û endam Mesûd Nasrî Kurdî, ji siyaseta derve ya SVê û berbijarê hilbijartinên niha yên şaredariyan, Parvîz Selîmî Kurdî endamê SV û berbijarê hilbijartinên niha ku roleke giring di siyaseta derve ya welat de heye, bi germî hate pêşwazîkirin û hevdîtin pêk hatin.
Di hevdîtinê de Partiya SV behsa jenosîd û enfalkirina gelê Kurd kir û amaje bi wê yekê jî kir ku wan çend sal berê serdana Helebce kiriye û tekez kir ku, ew gelek bi hûrî li kêşeyên Kurdistanê dinêrin û li ser hemû pirsan amade ne û agahdar in.
Herî dawî Partiya SV bi alîkariya kurdan projeyek ji bo naskirina trajediya Êzdiyan wek jenosîd pêşkêş kir û ji bo vê yekê konferansek mezin li dar xist, lê dîsa jî hesta kurdayetiyê li wan heye û ji bo gelê kurd gelek xebat dikin. Kurd, bi wan serbilind bûn û ji wan re digotin balyozên Kurd ên jêhatî.
Şefa Barzanî, spasiya kar û xebata berpirsên SV kir û hêviya serkeftinê di hilbijartinên bê de ji wan re xwest.
Di hevdîtinê de, amace bi wê yekê hate kirin ku ji bo karesatê di demek nêzîk de bi beşdariya çend wezîr, parlementer û çalakvanên Almanî konferansek din li ser jenosîda êzdiyan li Almanya tê lidarxistin.


Her wiha Partiya SV vexwend ku beşdarî konferansê bibe û belgefîlman ji nêz ve bibîne û ji wan xwest ku bi hev re karesata ku bi serê xwişk û birayên Kurd de hatiye wek jenosîd nas bikin.
Dr. Nooraddin Salih Koshnaw, da zanîn ku di demek nêzîk de Konfederasyona Kurdên Diyasporayê, projeya naskirina Enfala Barzanî û Germiyanê wek jenosîd bê naskirin û her usa jî kêfxweşiya xwe nîşan dan û soza hevkariyê dan ku Konfederasyon bi Parlamentoya Norwêcê têkiliyên xwe hîn baştir û germtir bike.
Hêjayî gotinê ye ku du endamên kurd ên partiya Norwêcî bi zimanê xwe yê zikmakî axivîn û bi riya wergêrek bo zimanê îngilîzî hatin wergerandin.
Divê bê zanîn ku Partiya Çep a Sosyalîst (SV) li Norwêcê partiyeke girîng û dostê gelê Kurd e.

KDC

FREE
VIEW