Amerîka Û Rûsya Wê Li Ser Pirsgirêka Ûkraynayê Li Cenevreyê Bicivin

Di xuleke din ya Amerîka û Rûsyayê ya li ser aloziya Ûkraynayê û projeya ewlekariyê de îro roja Îniyê li bajarê Cenevre ya Swîsreyê, Anthony Blinken wezîrê derve yê Amerîkayê û Sergei Lavrov wezîrê derve yê Rûsyayê dê kom bibin.

Mijara hevdîtina wezîrên derve yên Rûsya û Amerîkayê piştî hin hevdîtinên şêwirmendiyê di navbera Rûsya, Amerîka û NATOyê de li ser pêşniyara garantiya ewlehiyê di derbareyê pirsgirêka Ûkraynayê de pêk tê.

Doh, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken li Berlînê bi hemtayên xwe yên Almanî, Fransî û Brîtanî re civiya û pişt re diyar kir ku wê ew û hevpeymanên xwe, bi tundî bersiva her êrîşeke leşkerî ya Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê bidin.

Blînken ji rojnamevanan re got; ‘me aşkere ragihandiye ku heger hêzekeke leşkeriya Rûsyayê, sînorê Ûkraynayê derbas bike û hewlên êrîşkirina Ûkraynayê bide, dê bersiveke bi lez û xurt ji Amerîka, hevpeymanên wê û hevbeşên wê bistîne.’

Hêjayî gotinê ye ku, di reşnivîsa ewlehiyê ya Rûsyayê ya bi Amerîka û dewletên endamên NATOyê re, tê de bendên ji bo ewlehiya hevbeş li Ewropayê hene û di nav de belavnekirina moşekên navîn li herêmên her du aliyan û ev jî ji bo parastina herêman e. Daxwazên sereke yên Moskowayê ev in ku, NATO dev ji berfirehbûna xwe ya li rojhilat ber bi sînorê Rûsyayê ve berde, NATO çekên xwe vekişîne cihên berî sala 1997an û çekên ji bo êrîşê li nêzikî sînorên Rûsyayê bi cih neke.

KDC

FREE
VIEW