Navenda Revenda Kurd Ji Bo 76 Saliya Damezrandina Komara Kurdistanê Peyamek Weşand


 
Bi minasebeta 76. salvegera damezrandina Komara Kurdistanê li Mehabadê bi serkêşiya Qazî Mihemed, Navenda Revenda Kurd li derveyî welat daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ji bo hemû gelê Kurd destketiyeke dîrokî ya girîng e. Her çend dijminan bi darvekirina Pêşewa dawî li Komarê anîbin jî lê daxwaza dewletbûnê di dilê gelê Kurd de her ma û lidarxistina referandûma pîroz a Başûrê Kurdistanê nîşana wê daxwaz û rastiyê ye û hat destnîşankirin ku wê rojek were ku xewna Qazî û Barzanî pêk were.

Peyam:

Peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanî Ji Bo 76. Salvegera Damezrandina Komara Kurdistanê
 
Di derfeteke dîrokî ya zêrîn de ji bo gelê Kurd, 76 sal berê, di 22ê Çileya 1945an de li Rojhilatê Kurdistanê dewraneke girîng rû da. Ew roj ji bo hemû gelê Kurd bû destketiyeke girîng a dîrokî, di wê rojê de li meydana Çarçira ya Mehabadê, cara pêşî di dîroka neteweya me de ji hêla Pêşewa Qazî Mihemed ve Komara Kurdistanê hate ragihandin.
Di herêmeke dîktatorî de ku di heman demê de cihê nakokiyên mezin bû, ragihandina komareke demokratîk ji bo Kurdan, dewraneke dîrokî û girîng bû. Di heman demê de peyama, miletê me dikare her derfeteke erênî û demokratîk bikarbîne bi piştgiriya gelê Kurd, cûdahiyên xwe yên erênî jî bi derdora xwe re nîşan bide.
Di yazdeh mehan de Komara Kurdistanê gelek destkeftên girîng û dîrokî tomar kir û gelek sînor derbas kirin û dîrokeke geş tomar kir ku niha em dikarin sûdê jê wergirin.
Derbaskirina sînorên çêkirî û hatina Barzaniyan bi Rêberiya Mele Mistefa Barzanî ji bo alîkariya komarê roleke girîng di parastina lîstiye û ji aliyê Pêşewa Qazî Mihemed û serokan ve bi germî hatinr pêşwazîkirin. Yek ji van dersan jî girêdayî yekrêzî û yekîtiya Kurdan e li ser sînorên çêkirî yên dijminan.
Pêkanîna kabîneyan, hebûna qanûnan, giringîdana pirsên jin û ciwan û perwerdekirina keç û jinan beşekî biçûkê deryaya destkeftiyên giringên Komara Kurdistanê ne.
Tevî ku piştî yanzdeh mehan, rejîma paşayetiya Îranê Pêşewa Qazî Mihemed wek serok darve kiribe û hin serkirdeyên komarê ji bo têkdana wê ezmûnê şehîdkiribe jî lê ders, şîret û rêça neteweyî ya Komarê, di hiş û mêjiyê her Kurdekî de tu carî nehatiye jibîrkirin û hewla di referanduma pîroz a Başûrê Kurdistanê de ji bo dewleta Kurdî heta niha jî berdewam e û em bawer dikin ku dê bi yekitî û yekrêziya hemû neteweya Kurd, komareke din a wek Komara Kurdistanê di demeke ne zêde dûr de were avakirin û xewn û hêviyên Qazî, Barzanî û miletê me pêk werin.
 
76 saliya Komara Kurdistanê pîroz be.
Serkeftin ji bo xebatê rewayê neteweya Kurd a ji bo Dewleta Kurdistanê.
 
Konfederasyona Revenda Kurdistanî
21.01.2022

KDC

FREE
VIEW