Navenda Rewanda Kurdistanî-Denmark li gel parlementerekî wî welatî civiya 

Navenda Rewanda Kurdistanî-Danîmarkayê bi parlamenterekî Danîmarkayê re civiya ku soz da ku wê bi navendê re hevkariyê bike û di heman demê de got ku ew ê di nava partiya xwe de alîkariya ciwanên Kurd bikin 

Şandek ji Navenda Rewanda Kurdistanî-Danîmark ku di nav wan de Zana Ekrem, Sîbastîan Dîako û Sazan Gurun jî hene bi Parlamenterê Danîmarkî yê partiya Sosyal Demokrat Lars Aslan Rasmussen ku kurdekî gelek dilsoze re hevdîtin pêk anî 

Di hevdîtinê de gelek babet hatin behskirin, ji wan danasîna Navenda Rewanda Kurdistanî li seranserî cîhanê û bi taybetî li Danîmarkê û armanc û bernameyên dîasporayê 

Di vê navberê de banga hevkariya siyasî ya Danîmarkayê ya ji bo danasîna qirkirinê, lobiya Kurdan û alîkariya ciwan, jin û mirovên jêhatî yên li sirgûnê hat kirin. 

Lars diyar kir ku ew gelek kêfxweşe li gel navenda penaberên Kurdistanê jiber ku ew karekî cuda dibîne jiber vê yekê jî gelek kêfxweşe ku amadebûna xwe bo piştgîrî kirina navendê diyar bike 

Şanda navendê her wiha bang li Lars kir ku ji bo siberojê li parlamenta welêt bûyerên Kurdan bi bîr bîne

Di dawiyê de peymana ku dê bi her awayî alîkariya Navenda Rewanda Kurdistanî bike û piştgiriya ciwanên Kurd di aliyên siyasî û siyasî de bike ku roleke girîng bilîzin

Larsî ku endamê parliyamentê ye, herdem alaya kurdistanê li mal û nivîsgeha xwe danîye .

KDC

FREE
VIEW