Şîfa Barzanî: Serok Mesûd Barzanî giringî bi karê Konfederasyon û Dîasporaya Kurdî dide.

Serpereştyarê Giştî yê Dîasporaya Kurdistanê bi amadebûna Hewramanî Elî Tofîq Cîgirê Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî beşdarî di civîneke giştî de ku ji aliyê Konfederasyona Revenda Kurdistanî û hejmarek ji federasyon, komele û rêxistinên Kurdên diyaspora li NRW hatibû organîzekirin. herêma Almanya.

Roja dûşem 22.05.2023 birêz Şîfa Barzanî di civîna giştî ya Konfederasyon, Federasyon û Rêxistinên Kurd li bajarê Ziegburg a Almanyayê gotarek pêşkêş kir.
Serpereştê Giştî yê Dîaspora Kurdistanê di dirêjahiya gihandina silavên Serok Mesûd Barzanî bo beşdarên civînê de, balkişand li ser wê yekê ku ew giringiyê didin xebata Konfederasyona Revenda Kurdistanî û diyaspora û têdikoşin bo ji bo yekxistina hemû Kurdistaniyan di bin sîwana Konfederasyona Revenda Kurdistanî de.
Birêz Şîfa Barzan,î girîngiya gihandina Kurd li derveyê welat di bin sîwanekê de, karkirina hevbeş ji bo armancên netewî û xwe rêxistinkirina li dora Konfederasyona Revenda Kurdistanî ku wek projeyeke netewî nirxand.


Derbarê zimanê kurdî de jî wiha got: “Divê em ji bo pêşvebirina ziman li dîasporayê bixebitin û emê hewil bidin ku ciwan û xwendekarên kurd ku hêviya duwaroja me ne, têkiliya xwe bi welat re winda nekin. Her wiha rola jinan di xebatên Konfederasyonê de girîng pênase kir û piştgiriya xwe ya ji bo tevlêbûna wan di xebatên Dîasporayê de nîşan da.


Di heman demê de Serpereştê Giştî yê Dîasporaya Kurdî tekez kir ku divê yekitiya Kurdên li derve dûrî cudahiyên olî û bîrdozî be û tekezî li ser helwesta Kurdên Êzdî kir ku weke beşeke bingehîn a Kurd û Kurdistanê ye û ew bingeh û cewherê Kurdan in. Ew beşeke bingehîn a çand û pîroziya welat in.” Ji bo Konfederasyona Revenda Kurdistanî, di avakirina sîwaneke yekgirtî ya Kurdistaniyan li dîasporayê roleke sereke bilîzin.

KDC

FREE
VIEW