Amerîka Ji Bo Çareseriya Kêşeya Ûkraynayê Piştgiriya Rêya Dîplomasiyê Dikiye

DYA ji bo çareseriya dîplomatîk a pirsgirêka Ûkraynayê israr dike, berdevka Qesra Spî got heger Rûsya hewl bide Ûkraynayê dagir bike, wê DYA bersiveke tund bide.

Qesra Spî diyar kir ku di pêwendiyeke telefonî ya di navbera Serokê Amerîkayê John Biden û Serokê Ukrayna Volodymyr Zelensky de hatw diyarkirin ku Amerîka û Hevpeyman piştgiriya hewldanên çareserkirina kêşeya Ûkranyayê dikin. Her wiha hewlên ji bo gîhandina projeya çareseriya ewlekarî ku biryar e di 9-10 vê mehê de civîneke bilind di navbera Amerîka û Rûsyayê de were lidar xistin.

Berdevka Qesra Spî Jen Psakî diyar kir ku eger Rûsya Ûkraynayê dagir bike wê DYA û hevalbendên wê bersiveke tund bidin û destnîşan kir ku ew niha destekê didin hemû hewldanên dîplomatîk ên ji bo çareserkirina ewlekariya herêmê.

Hêjayî gotinê ye ku di telefona dawî ya di navbera Biden û Pûtîn ya di dawiya salê de, piştgiriya ji bo çareseriyên dîplomatîk hate teqezkirin.

KDC

FREE
VIEW