Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng!  

                                                                                                               

Bube Eser 

Baweriya we hebe li vê cihanê ku hin têde dişewetin û hin jî tê de kêf û xweşiyê dikin gelek in, lê em kurd heta niha tê de dişewitin û şewitîne. Sedemê şewitandina me jî ne yekrêziya me bi xwe ye. 

Em baş dizanin ku piştî şoreşa Îlonê û heta serhildan û berxwedana 1991ê li başûrê kurdistanê kurd her şewitîne, hê jî dişewitin. Lê wî agairê azadî û serxwebûna, ji destpêka şoreşa îlonê û heta 1991ê li her çar perçên kurdistanê her geş dibû, gûr dibû, ne tenê însanên kurd her weha, malên wan, zadê wan, heywanên wan jî bi wan re di nava wî agirî de dişewitîn. 

Lê bi raperîna sala 1991ê li başûrê kurdistanê ji wî agirê ku ew dişewitandin, azad bûn û berê wî agirê berbi dagirkeran vekir. Ji wê rojê û heta niha jî qet xebatên Barzaniyan ya ji bona Kurdistaneke serbixwe ranewestiya ye.  

Berê ew tekoşîn bi çekê dikirin, niha jî bi dîplomasiyê vî karî bi rêve dibin. Ev rê rêyeke dûr û dirêj, rêyeke bi kelem û kevir e, heta ku rê paqij bibe û kurdistana serbixwe bê ragihandinê, dê hê gelek wext bigire. 

Lê çi dibe bila bibe, rê çiqasî zor û zehmet jî be, êdî Kurd li başûrê Kurdistanê bi saya wê rêbaza pîroz kete ser rê û heta Kurdistaneke serbixwe ranegihînin wê her li ser wê rêyê bin, da ku zûtirîn demê dawî li wê bîne.  

Niha ango di vê pêvajoya ku em têde ne, Her tişt bi rêya danûstendinan dibe, bi dîalogan mirov bi ser dikeve û ya girîng jî bi yek dengî mirov dighêje maf û heqê xwe. 

Em kurd her fêr bûne ku ji bona karekî an ji bona azadiya kurdistanê em xwedî çend dezgeh û partîne. Helbet her partî xwedî maf e li gor bawriya xwe tekoşîna azadiya kurdistanê bidin. Mafê wan e kî li ser çi bawerî û îdeolojî yê be. Ew jî mafê wan e. 

Lê çi dema berjewendiya Kurdistanê kete holê divê hemî partî, dezgeh, komele, şexs û şexsiyet, berjewendiyên xwe yên partî û şexsî divê bidin alîkî, li gor berjewendiya gelê xwe, divê xwe di bin sîwaneke neteweyî de, bi hevre biparêzin. 

Di destpêka her karekî de dibe ku hin kêmanî bibin, ji ber tu destpêk sedî sed bi başiyî nayê destpêkirin, Destpêkek tê avakirin, heger ew li ser xeta neteweyî be, divê her kurd wê biparêzin, alîkarî bikin da ku ew bi serkev e. 

Weke hûn hemî xwendevanên delal jî dizanin ku roa 4-6/12/2021ê de li paytaxtê Kurdistanê li Hewlêrê ji bona avanakirina navendeke Kurd kongreyek pêk hat. Serperiştiya wê jî rêzdar Mesud Barzanî kir yanî bi însîyatîfa wî ev pêk hat. 

Em kurd xwedî şansekin ku îro rêzdar Barzanî li jiyanê ye û li ser kar e da ku kurdan bike xwedî dewlet. Ji bona karê dîplomasî, danûstendinên bi ewropiyan re, yekîtiya kurdên li derveyî welat bibe, kongreya Konfederasyona ravendên kurd li Hewlêrê pêk hat. 

Weke min di serî de jî got, her destpêkeke mukemel nabe, li gel kêmaniyên xwe tê damezrandin lê di nava kar de kêmanî têne temam kirin. 

Niha erka/ê her kurdekî ye ku ji welatê xwe hez dike, bi roja azadî û serxwebûna wî bawerin dive piştgiriyê bidin vê navendê, wê xurt bikin

KDC

FREE
VIEW