Daxuyaniya Konfederasyona Revenda Kurdistanî,li ser aloziyên di nava refên Komaleyê de

Konfederasyona Revenda Kurdistanî li ser aloziyên di nava refên Komaleyê de daxuyaniyek da û nîgeraniya xwe yên ji dubarebûna şerê navxweyî anî ziman û bang li aliyan kir ku pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin û destûr nedin dijminên Kurd û Kurdistanê ji vê derfetê sûd werbigirin.
Teksta daxuyaniyê:
Kurdistaniyên hêja
Gelê dilsoz ên Kurdistanê
Weke ku her kes pê dizane, bi xem û nîgeraniyek mezin, sibeha roja pêncşemîyê 22.06.2023´ê de li herêma Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, alozîyên di nav refên Komale de mixabin bû sebeba du aliyên Komale yek û du gule berdan kirin û di vê şerî de 2 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan.

Di vî warî de Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi xemgînî li ser vê bûyera nexweş û bi ziyanbar ku di vê rewşa nazik û hestiyar de rû da. Bang li aliyan dikin ku pirsgirêkê aloztir û meztir nekin. Pirsgirêkê bi diyalogê çareser bikin û rê nedin dijminên Kurd û Kurdistanê ji vê derfetê sûd werbigirin.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi hemû hêza xwe ji bo aramkirina rewşê û nehiştina aloziyên din hewil dike û di heman wext de, daxwaz ji aliyan jî dike ku pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin. Bo çareseriya vê pirsê, çi ji dest me bê em amadenin bikin.
Hêvîdar in ku hemû alî zêdetir hest bi berpirsiyariyê bikin û hesasiyeta rewşê baştir fêm bikin.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî
23 Hezîran 2023

KDC

FREE
VIEW