Çîn Ji Bo Diyarkirina Derûniyê Cîhazeke Pêşketî Bi Kar Tîne

Çîn amêrên pêşketî yên jêbirina rûyan, nasîna mirovan û analîzkirina rewşa wan a derûnî li rojavayê Egurê bi kar tîne û Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, vê yekê wek binpêkirina mafên mirovan bi nav dike.

Komisyona mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî daxwaz dike ku Çîn dev ji bikaranîna teknolojiya sixuriyê berde. Vê wek gefeke mezin a li ser mafên mirov pênase dike, ji ber ku li dijî qanûnên mafên mirov e û dê ev teknolojî bandoreke negatîv li mafên mirovan bike.

Neteweyên Yekbûyî di raportekê de berî niha hişyarî dabû ku bername dê bi lez belav bibe û ev yek dê bandorê li ser jiyan û debara hevwelatiyan bike.

Çîn yek ji wan welatan e ku ji bo naskirina mirovan cîhazan bi kar tîne û rewşa wan a derûnî, hezkirin û têgihiştina tevger û axaftinên wan analîz dike, bi taybetî li rojavayê herêma Qingyang a ku gelek Misilmanên Îgora lê dijîn.

KDC

FREE
VIEW