Hunermenda Kurd Wê Xelata WOMEXa Almanî Bistîne

Stranbêj û hunermenda Kurd Aynûr Doxan weke yek ji baştirîn stranbêjên cîhanê hat hilbijartin û xelata Womexê wergirt.

The World Music Expo ku projeyeke navneteweyî ya piştgirî û pêşxistina muzîka neteweyan dide û navenda wê li Berlîna Almanyayê ye, her sal di meha Tebaxê de xelatê dide muzîkjen û stranbêjên herî baş. Îsal xelatê dide stranbêja Kurd Aynûr Doxan.

Lijneya rêveber a projeya WOMEXê ragihand ku ev xelat îsal ji bo Aynûr Doxan ji bo xebatên wê yên berdewam ji bo pêşxistina hunera gel û zindîkirina çanda gelê Kurd weke neteweke kevnar a cîhanê hatiye dayîn.

Aynûr Doxan dema ku xelata xwe distîne diyar dike ku muzîk çanda peydakirina gelan e, bi taybetî jî çanda ew gelên ku hewl tê dayîn ji nav bibin e. Huner û çandên cuda, delîlên ku em mirovên cuda ne, lê di esasê xwe de hemû stran û awazên muzîkê li cîhanê yên her neteweyekê, parçeyek ji mîrateya mirovahiyê ye.

Aynûr Doxan her wiha got ku rûmeteke mezin e ku mirov muzîk û çanda miletekî mezin mîna Kurdan temsîl bike û heta niha ew ne xwediyên xaka xwe ne û zilm li wan tê kirin. Weke jinekê jî temsîla gelan rûmeteke mezin e. “Jinên gelê min her tim ji bo azadî, yekîtî û aştiyê têdikoşin.”

Hêjayî gotinê ye ku Aynûr Doxan hunermenda Kurd a navdar di sala 1975an de li bajarê Dêrsimê li Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.

KDC

FREE
VIEW