Navenda Revenda Kurd Bi Federasyona Kurdên Rûsyayê re Hevdîtinek Pêk Anî

Doh navenda Revenda Kurd li derveyî welêt bi koma hilbijartî ya Federasyona Kurdên Rûsya û welatên Sovyeta berê re hevdîtin pêk anî. Hevdîtin bi beşdariya Birêz Tahir Hewramî û Komîteya Bilind a Navenda Revenda Kurd û ji aliyê Federasyona Rûsyayê ve serokê hilbijartî yê federasyonê Birêz Şêx Remezan û Komîteya Bilind a Federasyonê pêk hat. Birêz Tahir Hewramî pîrozbahî li tîma rêveberiya nû ya federasyonê kir û hêviya serkeftina kongreyê û hilbijartina komîteya nû kir. Tahir Hewramî hêviya serkeftin û berdewamiya karên wan xwest û piştrast kir ku ji niha û pê ve, dê kar û hevkariya ji bo pêşvebirina û karên zêdetir û xizmetkirina baştir bo Kurdên Rûsyayê bikin.

Pişt re birêz Şêx Remezan serokê Federasyona Rûsyayê ji bo vê pêngavê û peydakirina vê derfetê bo hevkariyeke zêdetir û baştir, spasiyên xwe pêşkêşî birêz Tahir Hawramî û Navenda Revenda Kurd kir. Qala van cûre derfetên girîng û behsa pêngavên pêş û pêwîstiya ji bo dîasporaya Kurdên Rûsyayê û bi giştî ji bo koçberên Kurd kir.
Pişt re jî rê hat dan ku hemû beşdar û endamên komîteya bilinda federasyonê bîr û nerînên xwe bidin nîşandan. Kombûn ji bo hemû aliyan şad bû û biryar hat dayîn ku di pêşerojê de Navend serdana Rûsyayê bike ji bo ku kar û hevahengiyê xurtir bike

KDC

FREE
VIEW