Di Mehekê De Çend Kurd Li Îranê Hatine Kuştin û Girtin?

Meha borî 19 kolberên Kurd bi teqekirina rasterast ya Hêzên Îranê jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, sê Kurd jî di encama êşkenceyê de jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî îstatîstîkên Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan Hengawê, di meha Tebaxê de binpêkirinên Îranê yên li dijî Kurdên Rojhilat de 19 kolberên Kurd jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne û welatiyekî Kurd jî hatiye darvekirin.

Hengawê di weşana xwe ya mehane de diyar kir ku di meha Tebaxê de sê girtiyên Kurd di bin êşkenceyê de û 5 jî bi teqeya rasterast jiyana xwe ji dest dane. Li Îranê 38 sivîlên Kurd jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine desteserkirin. Di heman demê de 7 çalakvanên Kurd bi tawana ku têkiliya wan bi partiyên Rojhilat re hene hatine girtine.

KDC

FREE
VIEW