Kurdên Revenda Kurdistanê!

şeyhmus özzengin …

Ez di xwazim di vî warî de rêbaza xeta kurdperweran a Navenda Revenda Kurd ron bikim ku hiquqekî netewî di navbera me de derkeve holê.

Kurdên dîyaspora, divê ne li gor perçebûna Kurdistanê, li ser esasên Kurdewarî, wek miletekî hevgirtî, ji her çar perçên Kurdistanê, bi hestek navendî bêt honandin.

Ji bona têkoşîna herçar perçên Kurdistanê, karên dîplomatîk, çandî û civakî, xwe wek civatek zînde dihone.

Divê hemû komel, sazî û rêxistinên civaka Kurd a dîyaspora, li ser esasên miletekî û niştimanekî bêt honandin.

Hemû hêz û rêxistinên komelî di bin navendekê (wek Navenda Revenda Kurd) bêt komkirin.

Ev kar, ne ji jorde berbi jêrde, divê ji jêr de berbi jor de bêt honandin, ku girseya Dîyaspora Kurd a ji herçar beşên Kurdistanê temsîl bike. Bikaribe wan wek nûnerên xwe, di kar û barên dîyaspora û Kurdistanê de bibîne, qebûl bike û piştgirîyê bidêyê.

Mixabin di xebatên Dîyaspora Kurd e, ev metod hatîye jiçav dûrxistin. Pir kes, komel û hêz, karên dîyaspora ji bona berjewendîyên xwe yên şexsî û partîzanî bikar anîne, bikar tînin û pêşî li avakirina dîyasporayek Kurd a zînde û çalak girtine.

a-Divê armanca rêxistina dîyaspora Kurd û piştgirîya damezirandina koordînayona Kurdên dîyaspora, di rêk û pêk kirina niştimanî de be.

Di temsîla civatê de be.

Di honandina girse a Kurd û Kurdistanîyan, ku bibe xwedî sazî de be.

b-Kurdên ku bixwazin dîyaspora Kurd bihêz bikin û bikin xwedî bandor, li welatên derve, ku bibe bingehek ji dîplomasîya Kurdistanê re; divê vê girsê bihone û bike xwedî sazî, bike xwedî navend û îradeyek netewî, navendî derxe qada rêxistinî.

c-Ji bona Kurdistanê; organîze kirina mejûyê Kurd û kurdistanî, têkilîyên dîplomatîk, alîkarî, piştgirî û parastina çand û zimanê Kurdî, divê bi destê Navenda Revenda Kurd bi sîstemek temsîla miletekî û niştimanekî bêt meşandin.

KDC

FREE
VIEW