Jin_Jiyan_Azadî

Yusra Zibêr

Pizotek hat vêxistin
Şoreşek li darxistin
Jîna bûka kurdistan
Bû gorî bo helwestan
Hebûna jin jiyane
Omîd û serhildane
Jin jiyan azadî
Hebûn û serbilindî
Ferînaz rakir bahoz
Li roj hilat rabû doz
Jîn xemil lê gireda
Ta jin bişkîne benda
Bi şoreş û aferîn
Li Eyran kirin qerîn
Jin simbola azdî
Wek hevrina dil tûndî
Bi jinan ser bilindin
Ditariyêd mûm û findin
Wek Evesta û leyla
Wek Barîn li nav dîla
Lehingin û têkoşer Qorbanîne li her der
Bo qada jin û jînê
Armancê bi cî tînê
Lehinge û serfiraz
Di beze wek teyrê baz
Bi him û kar û xebat
Deng dide qada welat
Bi hêz û can fîdanî
Bo welat bû qurbanî
Heza jinan li dare
Denkek her dem şiyare
Bi xurtî hat û danî
Jin jiyan azadî
Serxwebûn û têkoşer
Bo kurdistan seranser
Bistkek ji pora jînê
Şoreşê vedixînê
Li seran serê cîhan
Hemû deng jêr bûn qurban
Roj hilat xwe bixemlîne
Qelenê Jîna xwîne
Bi tekoşîn û yek dengî
Li kurdan bi yek rengî
Tev piştgirê rojhilat
Bo Jîna dikin lebat
bi yek dengî mê bêjin
Kurd hene û bi hezin
Kurdistana rojhilat
Dema serhildanê hat
Jin jiyan azadî
Bo kurdan serbilindî

KDC

FREE
VIEW